Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê bi hevkariya desthilatta Sûrî ya demkî û encûmena parêzgeha Helebê ya azad û Encûmena bajarê Efrînê, kargeheke kar pêkanîn derbarê pêdiviyên bajarê Efrînê bi amanca pêkanîna piştgiriyê û peydakirina pêdiviyên bingehîn bo sivîlan û karakirina dezgehên xizmetgozeriyê li herêmê.
Kargeha kar ya ko li bajarê Xazî Entaba Tirkî çêbû, serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdulrehman Mistefa û serokê desthilata demkî Cewad Ebû Heteb û nûnerên dewletên hevalên miletê Sûrî lê amade bûn. û şirovekirineke hûrbîn li ser bajarê Efrînê û vegerandina aramiyê, her weha li ser karê desthilata demkî bo aktîvkirina dezgehan li herêmê di lîsteya kar de hebû, û rola dewletên piştgir di qonaxa dahatî de hat gengeşekirin.
Serokê Hevbendiyê tekez kir ko her kes berpirsiyar e ji bo nehêlana gefa ji hêla Beşar ve, û daxwaza helwesteke navdewletî ya tund li dijî rêjîma Esed kir, û ne tenê temaşekirina li tawankariyên rêjîmê derheqê miletê Sûrî de, ko gelek caran çekên kîmawî yên qedexeya navdewletî bikar anîne.
Mistefa daxwaz ji hemû dewletên hevalê miletê Sûrî kir ko pêrabûnên bilez bikin ji bo pêdiviyên bingehîn bi hevkariya dezgehên desthilata Sûrî ya demkî re dabîn bikin, û kar bikin ji bo hêviyên paşerojeke baştir li niştecihan vegerînin.
Mistefa bal kişand ser ko Encûmena xwecihî giringiya herî mezin dide vegera derbideran li ser mal û milkên wan, û vegerandina aramiyê û kartêkerkirina jêrxana bajarê Efrînê.
û spasiya hemû nûnerên dewletan kir li ser bizava wan ya herdemî û berdewam ji bo piştgiriya hêviyên miletê Sûrî yên azadî û rûmetê, û spasiya hêzên Tirkiyê û hêzên artêşa Sûrî ya niştimanî kir li ser parastina wan ji yekîtiya xaka Sûriyê re rizgarkirina bajarê Efrînê ji milîtanên PYD.
Û kêfxweşiya xwe bi karê desthilata Sûrî ya demkî da, ko xizmetan ji xelkên deverê re pêşkêş dike û got: ‘’tîmên desthilatê pisporiya wan di birêvebirina herêmê û pêkanîna pirojeyan û dabînkirina xizmetan ji niştecihan re û karakirina jêrxanê de çêbûye. ‘’
Û hêvî kir ko ew li gel dewletên hevalên miletê Sûrî bigehêjin hevkariyekê, tako piştgiriya desthilata demkî di cîbicîkirina pirojeyên pêşinyarkirî de bikin, û derdên sivîlan sivik bikin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî