Amerîka tekez kir ku hêjî çekên kêmyayî li rex rijêma Esed hene, û ew dikare di paşerojê de hin êrîşan pêk bîne, û got ku pêzanînên sîxorî di destê Waşinton de hene ku Rijêm û Rûsiya hewl didin bo derengxistina çûna lêgerên çekên kêmyayî bo cihê êrîşa kêmyayî li Dûma, ji bo jinavbirina paşmayên komkujiyê.
Rêveberê desteya artêşa Amerîka general Kenneth Mckenzie got: “hin şiyanên rêjîmê yên kêmyayî hene, û dibe li hin navçeyên ciyawaz li Sûriyê veşartî bin”, û got: “wê di paşerojê de bikaribe bi êrîşan bi awayekî sînordarkirî rabe, û ez vê yekê bi dûr nabînim, û li dema ew li hin şêwazên din bigerin ji bo pêkanîna êrîşan, divê hest bi tirs û nîgeraniyê bikin, ji ber ku em wan dişopînin û li dema pêwîst dikarin dubare êrîşî wan bikin”.
Hevdem berdevka wezareta derve ya Amerîka Heather Nauert got ku berpirsên Rûsî ligel rijêma Esed ew cihên guman heye ku êrîşên kîmawî lê pêkhatibin pakij kirine, ji bo veşartina nîşanên bikaranîna wan çekan.
Herwiha berdevka wezareta derve bal kişand ser ku pêzanîn li rex Amerîka hene tekez dikin ku “hin kesên deverê rastî fişaran ji aliyê rijêma Esed û Rûsiya hatine, ji bo guhertina gotin û axaftinên xwe”.
Heather Nauert, metirsiya welatê xwe nîşan da li hember jinavbirina belgeyan li mawê derengxistina gihiştina lêkolîneran, û got ku ” ev yek cihê nîgeraniyeke mezin e ji me re”.
Û serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Ebdulrehman Mistefa tekez kiribû ku bi dehên caran çekên kêmiyayî ji aliyê rijêma Esed bi dirêjahiya salên şoreşê hatine bikaranîn, ku êdî hebûna belgeyan li ser bikaranîn çekên qedexekirî ji aliyê rijêmê nema giring e.
Herwiha ku şanda lêkolînerên navdewletî yên rêxistina qedexekirina çekên kêmyayî OPCW, serdana xwe ya çaverêkirîbû ku çarşemê pêk were li paşxistibû, piştî gulebarankirina tîma wan a ewlekariyê li dema dixwest biçe cihê operesyona kîmawî li Dûma, ji berî gihiştina lêkolîneran.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat