Desteyeke nêzfermî ya bi ser Netewên Yekgirtî ve anî ziman ko vekolînerên tawankariyên cengê û çalakvanan gelek dîdevanî û wêne û kurtevîdyo yên ko tawankariyên li Sûriyê kom kirine, û dosya rêjîma Esed di nav de ya herî berz e.
Tîma bi serpereştiya dadwera Firensî ya berê Katrîn Marşî Ohil, di raporta xwe ya îro derketiye de destnîşan kir ko texmîn heye nêzîk rêkeftin bi komîta vekolînê ya derbarê Sûriyê re bidawî bibe, û encamên hemî vekolînên ku vê tîma vekolîneran di 6 salan de kirine bên bidestxistin.
Di raportê de hatiye ko ew hemû dosyayên bi vê kêşeyê re têkildar amade dikin, û digel yekîneyên vekolîna tawankariyên cengê li çend dewletan didin û distînin, ji nav wan jî dewletin li Ewropa û dibe dadgehên wan karibin taybetmedariya dadwerî li ser asta cîhanê bikar bînin.
Raportê diyar kir ko ‘’qebareya kurtevîdyoyan û wêneyan û rola ko alavên ragehandinê û medya civakî tiştekî hêj di çi operasiyonên din de yên lêpirsînê yên bi tawankariyên cengê ve têkildar in heta nuha nebûye‘’.
Raportê diyar kir ko pêşinde ji tawankariyên seksî re be, her weha tewanên nijadperestî, di pey re binpêkirinên lidijî zarokan, her weha vekolîner dixwazin pêzanînan li ser bikaranîna rêjîmê ji çekên kîmawî re bi dest bixin.
Tîrêza May serokwezîra Birîtanya duh duşembê got ko Rûsya bikaranîna rêjîma Esed ji çekên kîmawî re nixumand.
May got ko pêzanîn li dev Birîtanya hene destnîşan dikin ko Mosko di deh salên borî de dixwast ko gazeke damaran berhem bide ji bo di terorkirin û kuştinê de bikar bîne.
Raporta komîta vekolînê li Sûriyê di 15 Adarê de tekez kir ko hêzên rêjîma Esed û milîtanên hevalbendên wê, destdirêjiya sêksî li dijî qîz û jin û zilaman kirine, di kampanya sizakirina her kesê li dijî rêjîmê ye, û ev kirde tawankariyên cengê û tawankariyên lidijî mirovîniyê ne.
Berê jî komîta vekolînê hêzên rêjîma Beşar Elesed û milîtanên hevalbendên wê bi ‘’pêkanîna tawankariyên cengê, û dibe tawankariyên li dijî mirovîniyê bin mîna kuştina komelî tawanbar kirine. ‘’ her weha raporta komîta naskirina rastiyê bikaranîna rêjîma Esed ji çekên kîmawî re di êrîşên lidijî sivîlan ko bi hezaran sivîl bûne qurbanî belgeh kirine.
Jêder: Nivîsgeha ragehandina ya Hevbendiya Niştimanî