Piraniya dewletên endam yên komelgeha Netewên Yekgirtî biryara pirotestokirina binpêkirinên rêjîma Esed ji mafên mirovan re li Sûriyê pesend kirin.
Li gora têkista biryarê, Netewên Yekgirtî bi piraniya dengan binpêkirin û zêdegaviyên rêbazkirî yên berfireh ji yasaya navdewletî ya mafên mirovan re û binpêkirinên yasaya navdewletî yên mirovahî li Sûriyê pirotesto kirin.
Her weha biryarê bi gotinên tund berdewamkirina rêjîma Esed ji kirdeyên tundûtûjî yên çekdar li dijî miletê Sûriyê û ji destpêka şoreşa Sûriyê ji 2011ê ve pirotesto kir.
Biryarê daxwaz kir ko divê rêjîma Esed yekser hemû êrîşan li dijî hevwelatiyên xwe rawestîne û ha ji parastina sivîlan hebe.
Biryara navdewletî got ku: ‘’ divê hemû dewletên endam û bi taybetî tîma navdewletî ya piştgiriya Sûriyê dike kar bikin ji bo amadekirina hemû atmosfîran ji berdewamiya danûstandinan re, bo gihiştina çareseriyeke siyasî li jêr çavdêriya Netewên yekgirtî, di riya karkirina ji bo pêkanîna agirbestekê li welêt , tako karibin bi tekûzî alîkariyên mirovî pêşkêş bikin. ‘’
Biryarê ‘’ çi bikaranîn ji hêla herdû aliyên nakok ve bikar bên wek gaza kilor û sarîn û xerdela kebrîtê ‘’ dê pirotestokirî be.
Got ‘’ bikaranîn û berhemdan, veguhastin û çêkirina çekên kîmawî ji hêla çi kesan û li jêr çi nîrî be ew nayê pejirandin û dê ew yek ji metirsîdartirîn tawankariyan be li gora yasaya navdewletî.‘’
Biryarê daxwaz kir ko ‘’ divê rêjîm li gor pabendiyên xwe yên navdewletî be ji wan pabendiyan jî erkê ragehandina tekûz ya pirogramê wê yê bi çekên kîmawî têkildar e, û tekez kir ku giring e rêjîm bilez tiştê lêkolîn tê de bûye çareser bike , tiştê têkildar bi qedexekirina çekên kîmawî û têkbirina pirogramê wê yê bi çekên kîmawî têkildar in.‘’
Her weha biryarê ‘’ çi zêdegavî dijî mafên mirovan an binpêkirinên yasaya navdewletî ya mirovî yên ko komên çekdar ên ji dewletên din bikar tînin, ji wan jî hizbûlah û ew komên Encûmena ewlehiyê ew xistine lîsta tiroristiyê ‘’ pirotisto kirin .
106 dewlet in Yên ku deng dane biryarê, û beraber 16 dewletan biryar red kir, û 58 dewletan deng nedan (180 ji 193 endamên Netewên Yekgirtî).
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acansa Enadol