“Hevrêzkarên Bersivdanê li Bakurê Sûriyê” bangawaziyeke hewarhatinê da tevaya rêxistin û desteyên mirovî ji bo alîkirina kesên di kampên deverê de dijîn, û destnîşan kirin ku zivistana îsal wê pir sar be, ne wek salên bûrî.
Û Hevrêzkaran di daxuyaniyeke xwe de daxwaza dabînkirina pêdawîstiyên zivistanê yên bi lez, wek keresteyên germkirinê û yên parastina ji baranê û çaksazkirina torên avrêjê ji bo zêdetir ji 700 hezar derbiderê Sûrî yên di 1036 kampan de li bakur-rojavayê Sûryê dijîn.
Herweha daxuyaniyê dawaz ji aliyên peywendîdart kir ji bo beşdariyê di dabînkirina pêdawîstiyên zivistanê de bikin, ji bo kesên ziyan gihaye wan û yên rewşa wan herî lawaz e, wek kesên xwedan hewcedariyên taybet û koçberkiriuyên kotekî yên di malên ku mercên hêwirînê li wan tine ne dijîn, bi taybetî di dema kêmbûna alîkariya mirovî bi deverê re, ya ku hejmara niştecihên wê bi ser 4.7 milyon kesî ketiye.
Û bisedhezaran Sûrî di kampên bakurê Sûriyê de dijîn, û ew di rewşeke mirovî ya dijwar de ne,û derdê kêmbûna alîkariyên mirovî dikşînin, û bi taybetî yên pizîşkî, her weha yên avrêjê, di heman dema dijwariya seqayê û kêmbûna piştgiya bi wan re tê kirin.
Û di dawiya daxuya bangawaziyê de hatiye ku tevaya aliyên bexişdar yên piştgiriya bakurê Sûriyê dikin, divê beşdariyê di zûtirîn dem de di dabînkirina pêdawîstiyên zivistanê de bikin.
Tê zanîn ku bi sedên kampên bêserûber li bakurê Sûriyê hene, û hinên rêxstî jî yên di bin çavdêriya encumanên xwecihî de hene, û rêxistinên mirovî yên hin ji wan Tirkî ne piştgiriya wan dikin, û derdekêşiya wan zivistanan zêde dibe, û hin zarok li wan mirine, hin ji wan ji ber sermayê û hinên din ji ber şewata konan.
Û Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji civaka navdewletî û rêxistinên wê kiribû ji bo alîkariya derbideran û koçberkiriyên kotekî yê li ser destê rêjîmê bikin. Û Tekez kir ku hewcedariyeke mezin a deverê bi alîkariyan heye ji ber pirbûna hejmara koçberan.
Jêder : Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê