Girtiyên radebirînê yên di girtîgeha Hamayê ya navendî de berdewam in di gireva xwe ya li dijî fermanên dadgehên meydanî yên rejîma Esed yên ji bo bidarvekirina hindek girtiyan, û greva girtiyan îro roja duşemê dikeve roja xwe ya heftan de.
Duhî ji aliyê çalakvanên Sûrî û malbatên girtiyan li ser mediya civakî (Facebook)ê, wêneyên girtiyên ji hundirê girtîgeha Hama Navendî hatin belavkirin, û têde ji aliyê girtiyan pankart hatibûn bilindkirin ji bo piştrastkirina berdewamiya greva xwe ya birçîbûnê heta pêkanîna daxwazên wan.
Herwiha çalakvanan li ser malperên mediya civakî wêne belav kirin, tê de xuya dibe çawa girtî xwarinê davêjin dembolên gilêş û gemarê, hevdem ku dilê du girtiyan borî û ên din pir westyaî diyar dibûn, û balkêştirîn kes di nav wan de du zilamên 50 salî bûn.
Girtiyan ji hindur girtîgeha rejîmê bang li azadîxwazên sûrî yên li hundir û ji derveyê welêt kirin, ji bo bibin dengê wan û daxwaz û gaziyên wan bigihînin civaka navnetewî û rêxistinên mafên mirovan li tevaya dinyayê.
Tê zanîn ku li gulana 2016ê ji aliyê girtiyên di girtîgehan de, grevek hatibû lidarxistin ji bo betalkirina cezayên bidarvekirinê yên derheqa çend girtiyan de hatibû , lê hêzên rejîma Esed daxwaza girtiyan red kiribû.
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, di raporta xwe de li roja 8’ê vê mehê diyar kiribû, ku bi kêmî ve 95 hezar welatiyên Sûriyê hê jî li Sûriyê bêserûşûn in, her ji destpêka şoreşê de ji adara 2011 de heta tebaxa borî.
Herwiha rêxistina Amnesty li şeşê meha sibata sala 2017, raportek li bin manşêta “Qesebxaneya mirovan” belav kiribû, û têde eşkere kiribû ku ji aliyê hêzên rejîmê 13 hezar kes di girtîgeha Seydnaya de hatibûn sêdaredan , piranîya wan welatiyên sivîl yên muxalifê rejîma Esed bûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê