Şanda Sûrî ya azad ya sporta Muay Thai ya di qehremaniya cîhanê ya yaneyan beşdarbûne, ko li wilayeta Antalya Tirkî di her sê rojên bûrî de çêbû du mîdaliyên bironz bidest xistine, qehremanên Sûriya azad duhî roja yekşembê dûmahiya qehremaniyê derketin ser dika xelatkirinê.
Herdu lîstikvanên ko mîdalî di di lîstika Muay Thai standine Sarya Elcezayirî ya 60 kg û lîstikvan Mihemed Elhac Elyasîn yê giraniya 93 kg ji aliyê xwe ve kaptên Sarya Elcezayirî serkeftina xwe diyarî mirov û malbata xwe piçûk kir bi taybetî Dr Ranya Elebasî û malbata wê.
Her weha Elyasîn xelata xwe diyarî hemû pakrewan û girtiyên rêka şoreşa Sûriyê kir, destnîşan kir ko ‘’ tiştê ji me re giring bû me serkeftineke wisa piçûk ji bo derd û zehmetkêşiyên miletê Sûrî yê rencdar yê ko çenda salên bûrî û heta roja îro daxwaza azadiya xwe dike ‘’
Elyasîn got:’’ne hêsan e ko em li nav tîmên mezin du mîdaliyan bi navê miletê Sûrî û yê Ereb bistînin’’
Tête destnîşan kirin di vê qehremaniyê de tenê Sûriya azad bi navê Ereban mîdalî wergirt, çi dewletên Ereb mîdalî qezenc nekirine ko ew jî di pêşbirka beşê zilaman de beşdar bûn
Bijarteyê niştimanî Sûrî yê azad ya sporta Muay Thai roja çarşembê giha wilayeta Antalya bo di cama cîhanî ya yaneyan de beşdar bibe. Sporta Muay Thai hunereke pevçûnê ye di sedsala 16ê zayînî û ew sporteke Taylendî ye lê li hemû cîhanê bikar tê.
Derbarê Mîdaliyên ko bijarteyê Sûrî qezenc kirine, berê jî lîstikvanên bijarteyê Sûrî yê azad yê karatê çar mîdalî (zîvek û 3 bironzî) di qehremaniya Ayndhoven ya navdewletî ya vekirî di sporta karatê de qezenc kirine, 14 dewletên Asya û Ewropa têde beşdar bûn, ew mezintirîm encam bû di beşdarbûnên yekîtiya Sûrî ya azad di pênc salên bûrî de bidest xistine.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê