Berpirsiyarin Netewên Yekgirtî tekezî kirin li ser giringiya rawestandina êrîşên leşkerî, yên ku Rêjîma Esed û hevalbendên wê li Idlib û herêma Xûta Şamê birêve dibin, û bûne sedema kuştina bi sedên sivîlan û birîndarbûna bi hezaran.
Rawêjkarê taybet yê Netewên Yekgirtî yê taybetmend bi qedexekirina qirkirina komelî Edama Dîng û rawêjkarê Netewên Yekgirtî yê taybet bo berpirsiyariya parastinê Îvan Sîmonofîtş li ser tiştê tê serê sivîlên Idlib û Xûta ji hêla Beşar Elesed ve daxuyaniyeke hevbeş ya tund derxistine.
Rawêjkarên navdewletî daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê kirin ko kirdeyên tundûtûjiyê û kuştinê yên li dijî sivîlên Idlibê û Xûta rojhelat ya ji hêla rêjîmê dorpêçkirî ye dibin ji encama êrîşên tund ên hêzên rêjîmê û hevalbendên wê pirotesto bikin.
Herdu rawêjkaran bal kişandin ser ku êdî nema pêkan e çav ji van êrîşên bêserûber bên girtin an jî bi bêdengî li hember wan bimînin, û destnîşan kirin ko ew êrîş binpêkirineke aşkere ye ji yasaya navdewletî ya mafê mirov û yasaya mirovî ya navdewletî re.
Herdu rawêjkaran daxwaz kirin ko rêzgirtina pirinsîbên bingehîn dabîn bibe, û tekez kirin ko berpirsiyariya parastina sivîlan ji tawankariyên mezin dikeve ser milê hemû aliyên nakokiyê û civaka navdewletî.
Daxuyaniya hevbeş agadarî da ko nabe lêbûrîn hebe derbarê astên tundûtujiyê û zehmetkêşiya ko miletê Sûrî dibîne, piştî hef salan ji cenga ko rêjîm li dijî miletê Sûrî bikar tîne.
Daxuyaniyê anî ziman ko bêtir ji nîvê pirojeyên jêrxana Sûrî ziyan gihiştye wan an wêran bûne, û bêtir ji 13 milyon kes hewcedarên alîkariyên mirovî ne, û bêtir ji 6 milyonan li hundir derbider bûne, û bêtir ji pênc milyon kesên Sûrî li welatên din penaber bûne.
Her weha daxuyaniya rawêjkaran got ko Idlib û Xûta rojhelat ji herêmên kêmkirina şer in, di çarçoveya operasiyona Astana de, ji ber vê jî gerek aramî û hêminî ji sivîlan re dabîn bibe.
Daxuyaniya rawêjkaran diyar kir ko ji nîveka çêriya paşî 2017ê de, bêtir ji 393hezar kes li Xûta rojhelat rojane dikevin ji ber êrîşên asmanî ji hêla hêzên rêjîma Esed û hevalbendên wê, û bal kişandin ser rewşa aloz ya niştecihên herdu herêman ko derman û xwarin gelekî li wan kêm in.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans