Berpirsiyarên Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê binpêkirinên “desthilata rizgarkirinê” ya bi ser Aniya Tehrîr Elşam ve ye li ser bargehên desthilata Sûrî ya demkî pirotesto kirin, û gotin ko planên wan aliyan dijî amancên şoreşê ne bo azadî, dadwerî û rûmetê û veguhastina ber bi dewleteke dîmuqratî û piralî.
Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdulrehman Mistefa binpêkirinên ko desteya Tehrîr Elşam ya ji Aniya Elnesra ya tirorist derketiye pirotesto kir, û bal kişand ser ko piraniya aliyên navdewletî û rêkxistinên mafên mirovan pêkanîna tawankariyên cengê ji hêla rêkxistinan li dijî sivîlan belgeh kirine.
Got ko karûbarê desthilata Sûrî ya demkî bo xizmeta sivîlan e û dubare kartêkirina dezgehên dewletê ye li gora amancên şoreşa Sûrî, û tekez kir ko desthilata demkî ew beşê cîbicîkirinê yê rewa yê bi tenê ye li herêmên rizgarkirî.
‘’ Desthilata rizgarkirinê’’ bi alîkariya leşkerî ji Desteya Tehrîr Elşam nivîsgehên wezaretan yên bi ser desthilata demkî ve li parêzgeha Idlib girtin û pêngavine din jî wisa li gundewarê Idlib yê bakur kirine ko kolîcên zankoya Helebê ya azad girtine, her weha endamên desteya Tehrîr Elşam aşê genim ê bi ser desthilata demkî ve li gundewarê Helebê yê rojava kontrol kirine, ew aşê xizmeta 40 firneyan dikir.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Yasir Elferhan dibîne ko zêdegaviyên desthilata rizgarkirinê û milîtanên tirorist yên bi ser wê ve li ser bargehên desthilata demkî li Idlibê, di heman çaxê êrîşên leşkerî yên ko rêjîma Esed û milîtanên Îranî bi piştgiriya asmanî ya Rûsî dikin, rewşa sivîlan xerab kir û derdên wan bêtir kirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî