Serokwezîrê Libnanê, Se’id El-Harîrî, roja yekşemê bi riya semînarekê di çarçoveya çalakiyên “Lûtkeya cîhanî ya hikûmetan de ya li Dubai”, nerazîbûna xwe xuya kir li hember wan partiyên Libnanî yên ku ligel rejîma Esed şer li dijî gelê Sûriyê dikin, wek amajepêdanekê li ser beşdariya Hizbullah.
El-Harîrî, bal kişand ku “Rast e em nerazî ne ji beşdariya wan partiyên Libnanî yên tevlî şerê li Sûriyê bûne, lê ez naxwazim ku ev nakokî bandorê li aborîya Libnanê bike “, û bi eşkereyî behsa navê “Hizbullah” nekir, ku di heman demê de Hizbullah bi tenê beşdar e ligel hêzên rejîma Beşar el-Esed di serkutkirina şoreşa Sûriyê de.
Sebaret pirsa penaberên Sûrî yên rastî astengiyan tên ji aliyê hin aliyên Libnanî, serokwezîrê Libnanê got: “Em bi xwe dikenin eger em hemû pirsgirêkan bêxin sûcê koçberan”.
El-Herîrî got: “Çima em koçberan bikar nayin ji bo projeyên veberhênanê, bi taybetî ku em dizanin ku ew di dawiyê de dê li welatê xwe vegerin”.
Herwiha ku berî niha jî, serokwezîrê Libnanê Seid El-Harîrî, dakokiya hindek Libnaniyan li ser normalîzekirina têkiliyên bi rejîma Esed re, û hinan bihêzkirina pêwendiyan red kiribû.
El-Harîrî di destpêka meha tebaxa borî de, rexne li rejîma Esed kiribûn li ser yasa hejmara 10, û di wê demê de bal kişandibû ku armanca rejîma Esed ji yasa hejmara 10, rêgirtina li pêşiya vegera penaberên Sûrî bo cih û malên wan e.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê