Cîgirê Libnanî Xalid Eldahir di kongirekî rojnamevanî de ko li mala xwe li Terablis çêkiribû, mijara mirina zaroka Sûrî ya ko artêşa Libnanî got ko bavê wê xwe teqandiye aşkere kir, û tekez kir ko dê û bavê wê sax in.
Eldahir got ku zaroka Sûrî ket ji ber turumbêleke leşkerî li dîwarê çadira wan da û dîwar bi ser keçikê de ket.
Eldahir berpirsiyariya kuştina zaroka Sûrî da ser milê serpereştê artêşa Libnanî û daxwaz jê kir ko dest ji karê xwe berde û got: “Tu, wezîrê bergiriyê, berpirsiyariya kuştina zaroka kuştî hiltîne û her weha ya qurbaniyên piştî girtinê mirin”.
Eldahir red kir ko yekî xwe teqandibe, û dibîne ko tiştê çêbû “piropagenda ye” ji bo behaneyan derxînin ji tawankariyên derheqê bêgunehan ji zarok û jinan li kampan çêbûne .
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tawankariyên kirêt yên ku hejmarek kampên penaberên Sûrî li Libnanê amanc kirine pirotesto kirin, û berpirsiyarî da ser milê desthilata Libnanî, û daxwaz jê kir ko vekolîneke bilez têde bike, û kesên ko destê wan di wan tawankariyan de heye siza bibin.
Hevbendiya Niştimanî ji Netewên Yekbûyî û komîta navdewletî û hemû rêkxistinên navdewletî yên bi mijarê ve têkildar in daxwaz kir, ko bilez tevbigerin û bi berpirsiyariyên xwe rabin û binpêkirin û tawankariyan birawestînin û berpirsiyarên wan tawankariyan siza bibin tako nema dubare bibin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans