Şanda Desteya Bilind ya Danustandinan ya di geşta heftan ya danustandinên Cinêv de beşdar e, duhî roja sêşemê bi rêka tora enternêtê ligel encûmena xwecihî ya parêzgeha Der’a civiya, ji bo gengeşekirina giringtirîn guhertinên rewşa meydanî bi taybetî rêkeftina agirbestê ya dawiyê ya derbarê başûrê welat.
Nesir Elherîrî serokê şanda danustandinkar di hevdîtinê de got ku ” çênabe em riya xwe şaş bikin, parastina sivîlan û hewlên ji bo agirbesta giştgîr ji giringtirîn armancên me ne“.
Elherîrî tekez kir ku ” divê bandora agirbestê li ser piransîpên me yên rûxandina rijêma tawankar û parastina yekbûna Sûriyê tunebe “, û cext kir ku şanda danustandinkar dest ji mafan bernade, û got “em ji riya xwe venagerin heta em mafê xwîna şehîdan bistînin“.
Ji aliyê xwe ve, endamekî encûmena xwecihî diyar kir ku Rijêm bi agirbestê pabend nabe, û balkişand ku rojane agirbest tê binpêkirin” û tekez kir û got ku “armanca me ya sereke rûxandina rijêma tawankar bi sercem destek û dezgehên wê yên ewlehiyê ve, û parastina yekîtiya Sûriyê ye“.
Û got ku em ” kêmkirina asta şer li Der’a tenê qebûl nakin, me divê ev yek li tevaya Sûriyê bibe” û hevdem cext kir ku ew “li ser qadê xweragir in“
Dubare endamên encûmenê piştgiriya xwe ji şanda desteya bilind ya danustandinên Cinêv re dupat kirin, û herwiha rawestana xwe li kêleka wan tekez kirin, heta pêkanîna veguhestina siyasî bi rêka damezrandina desteya hikûmraniya veguhêz ya xudan sercem desthilatdariyên cêbicêkirinê bê hebûna Beşar Esed û destekên wî.
Endamên desteya bilind yên amade, destxweşî li xwerageriya şoreşgerên Der’a û yên tevaya Sûriyê kirin, û diyar kirin ku “hevdengiyek di nav aliyên opozisyonê de heye li ser qebûlnekirina qonaxa li berî qonaxa veguhêz” egre hin kesayetiyên rijêma Esed têde hebin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî