Razgirê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Yihya Mektebî dibîne ko civaka navdewletî li dijî pirinsîbên xwe yên dîmuqratî û rûmet û mafê mirovan li Sûriyê derdikeve, û destnîşan kir ko hewildanin nebaş bo veger û bihêzkirina rêjîma Esed hene.
Mektebî di daxuyaniyekê de bo malpera Îlaf got: “em hewil didin kêşeya miletê Sûrî diyar bikin, û ev mijar hewcedarî alîkariya her kesî ye, û baweriyê di navbera xelkên Sûriyê de çêkin”. Û daxwaz kir ko ew bi hevkariyek xurt di navbera endamên Hevbendiyê û çalakvaniyên civaka sivîl û rêkxistinên li ser xakê li Sûriyê kar dikin.”
Mektebî tekez kir pirojeyekî çaksazkirinê yê cihê hêviyê li ser asta rêkxistinî û şêweyê kar heye, ko birêz Riyad Sêf serokê Hevbendiya Niştimanî digel piraniya endamên Hevbendiyê pê rabûye, û agahî da ko li ser asta rêkxistinî dê kesayetiyên niştimanî yên nû bên tevlêkirin, û her weha nûnerîtiya leşkerî serast bikin.
Mektebî derbarê desthilata Sûrî ya demkî got “xaleke taybet bo gengeşekirina biwara desthilata demkî ya li herêmên rizgarkirî kar dike dê hebe, û astengiyên ko têne pêşiya wê, û ji pêşindeyên Hevbendiya Niştimanî handana dewletên heval û bira ye ji bo piştgiriya desthilata demkî di rola wê ya xizmegozerî de. ”
Mektebî daxuyaniya xwe wisa bidawî kir; da em karibin rastgo bimînin, em naxwazin asta daxwazan bilind bikin, lê belê erkê Hevbendiya Niştimanî yê bingehîn ew e ko bergiriya miletê Sûrî û şoreşa wî li ser asta siyasî bike, û derdê miletê Sûrî sivik bike, û Hevbendî ji destpêka damezirandinê de bi vî rengî kar dike.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî