Hin pisporan diyar kir ku zanyariyên nû hene li ser hebûna pêwendiyekê di navbera çekên kêmyayî yê li Sûriyê hatiye bikaranîn û bûye sedema kuştina bi hezarên sivîlan û cebilxaneya kêmyayî ya rijêma Esed.
Û hin diblomatkar û zanyaran ji ajansa “Reuters” re gotin ku bo cara yekê ye û bi rêka hin taqîkirinên li laborîtoran pêwendiyek diyar heye di navbera yedekê çekê kêmyayî yê rijêma Esed û mezintirîn êrîşa gaza damaran “sarîn” li Sûriyê.
Hêjayî gotinê ye ku komîta hevbeş ya di navbera NY û rêxistina qedexekirina çekên kêmyayî de, di raporteke xwe de, Rijêm berpirsyar dîtibû li hember zêdetir ji 20 êrîşên kêmyayî li dijî navçeyên nişteciyan, û ev yek bû handerê wê yekê ku Rûsiya sê caran mafê redkirinê “vîto” li dijî dirêjkirina karê vê komîteyê bikar bîne.
Herwiha ku ji aliyê Firinsa û 30 dewletên din, destpêşxeriyek hat ragihandin bi rêka lidarxistina kongirekî li Parîsê ji bo dadpirsîna berpirsên bikaranîna çekên kêmyayî û dadgehkirina wan.
Ji aliyê xwe ve, wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson, Mosko bi piştgiriya rijêma Esed cûcdar kiribû, û herwiha ew bi êrîşên kêmyayî yên li Sûriyê gunehbar kiribûn.
Ku hin laboretorên rêxistina qedexekirina çekên kîmawî berhevkirin di navbera hin şûnmayên hatîn standin ji aliyê şandeke NY ji navçey Xûta rojhilat kiribûn, yekser piştî encamdana êrîşekê li 21’ê tebaxa 2013’an û mirina bi sedên sivîlan ji encama jehrîketinê bi gaza sarîn, û çekên kêmyayî yên rêjîmê ew radest kiribûn de, ji bo jinavbirina wan li sala 2014’an.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, daxwaz ji civaka navdewletî kiribû ku fişaran pêk bînin ji bo rawestandina bikaranîna çekên kêmyayî li Sûriyê û dadgehkirina bikarhênerên wan.
Hevbendiya Niştimanî cext kiribû ku Rijêm û hevalbendên xwe “reftarên xwe yên tawankarî naguherînin, û wê berdewam bimînin di binpêkirina biryarên navdewletî û pêkanîna tawanên şer û dijemirov, heger kesek tunebe wan siza bike”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî