Encûmena xwecihî ya herêma Elmerc a rojhelatê Şamê, duh duşemê, diyar kir ko 60 sivîl vê mehê şehîd ketine, û ragehand ko rewşa herêmê bobelatî ye, ji ber operasiyona leşkerî ya dawî ko hêzên Esed û milîtanên wê pê rabûne û ji hêla firokên Rûsya ve piştgirtî ne.
Encûmenê di daxuyaniya xwe de anî ziman ko serjimar ji 29 çileyê pêşî heta roja duh 29 çileyê paşî pêk hatiye, û bal kêşand ser ko bêtir ji 143 kesên din birîndar bûne.
Encûmenê diyar kir ko bombebaran bi bikaranîna çekên qedexe jî bû, ji wan gaza kilora jehirdar, û bêtir got ko êrîşa leşkerî hişt ko nêzîk 1600 malbatî li Elmerc derbider bibin, û 850 mal wêran bibin, û 3 dibistan ziyan bigehê wan.
Toreya Sûrî ya mafê mirovan destpêka vê mehê destnîşan kir ko 10204 kes di sala 2017ê de hatine kuştin, û bal kişand ser ko ji nav serjimarê 2298 zarok û 1526 jin hatine kuştin, piraniya wan bi bombebarana hêzên Esed ên herêmên niştecihan bombebaran dikin.
Raportê ji Encûmena navdewletî daxwaz kir ko giring e pêrabûnên bêtir bike ji bo bombebarana bêserûber ya ko bû sedema kuştina sivîlan û wêrankirina jêrxana welat rawestîne, tev ko bêtir ji salekê bûye ko biryara 2139ê derketiye.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî