Çalkvanên bajarê Efrînê ragihandin ku bi sedan xwendekar dixwazin vegerin dibistanên xwe li bajarê Helebê, lê çekdarên PYDê û yê rêjîma Esed rê nadin wan.
Çalakvan Elî Zeyno ji malpera me re ragihand ku piştî bêhnvedana dibistanan bi dawî hat, xwedekar dixwazin vegerin dibistan û zanîngehên xwe li bajarê Helebê lê çekdarên PYDê û yên rêjîma Esed rê nadin wan, û tekez kir ku ger ew rê bidin dê piraniya welatiyan ber bi Helebê ve herin ji ber şerê li Efrînê diqewime.
Her wiha Zayno balkişand ku milîsên bi ser rêjîma Esed ve li bajarokên Nubil û Elzehraa bi sed hezaran lîreyên sûrî ji xelkê distînin da ku wan derbasî bajarê helebê bikin.
Her weha Zeyno tekez kir ku çekdarên PYDê xelkên Efrînê agahdar kirne ku derketina wan ji bajêr qedexe ye, ji vê yekê jî hestê metirsiyê li rex xelkê zêdetir dibe.
Jêder: Ofîsa ragihandina Hevbendiya Niştimanî