NY, êrîşên esmanî yên firokên rijêma Esed li ser navendên pizîşkî şermezar kirin, ku dumahîk êrîş li ser nexweşxaneya Seraqib li gundewarê Idlibê bû, û êrîş bû sedema jikarketina wê û nema kare xizmetên pizîşkî bo nêzîkî 50 hezar kesî pêşkêş bike.
Banos Momsîs rêkxerê karubarê mirovî yê NY yê herêmî yê taybet bo karubarê Sûriyê, duhî sêşemê got ku “êrîşên berdewam yên li ser nexweşxane û xalên saxlemiyê li bakurê rojavayê Sûriyê, tirs li rex min peyda kiriye, hevdem ku bi sedhezaran kes ji mafê xwe yê serekî yê saxlemî hatine bêparkirin”.
Navborî dîsa got ku ev cara çaran e êrîşên esmanî di heyamê deh rojan de tên pêkanîn, û dibin sedema ziyanên mezin li avahiya nexweşxaneya Seraqibê, û îro nexweşxaneyek li parêzgeha Helebê hate wêrankirin bi sedema êrîşeke esmanî ku bi kêmayî xizmet bo 10 hezar kesî pêşkêş dikirin.
Momsîs diyar kir ku sala borî 112 êrîş li ser navendên saxlemiyê li Sûriyê hatibûn belgekirin, û tevî dîkomitkirina nêzîkî 13 êrîşan îsal 2018’an heta niha hatine belgekirin.
Rêxistina navdewletî ya pizîşkên bêsînor (MSF) ji aliyê xwe ve, duhî êrîşa esmanî ya li ser nexweşxaneya xwe li Seraqibê şermezar kir, ku bûye sedema ketina qurbaniyan û jikarketina nexweşxaneyê, û êrîş bi “binpêkirineke aşkere ji yasa navdewletî re pêk hat, û herwiha êrîşên li ser navendên pizîşkî li Sûriyê bi hovîtiyeke mezin dabû zanîn.
Di raporteke NY de hatibû ku 272345 kes ji Idlibê derbeder bûne bi sedema oparesyonên dijwar yên hêzên Rijêmê û Rûsiya di navbera 15’ê çileyê pêşiyê û heta 24’ê heyva çile de.
Û herwiha ku di dumahîk êrîşa hêzên Rijêmê de bi kêmayî 5 kes û di nav wan de zarokek hatin kuştin, û 6 kes birîndar bûn di du êrîşên esmanî de li ser nexweşxaneya U’dî li bajarê Seraqib li roja duşemê ku têde 18 text hene.
Hêjayê gotinê ye ku rêxistina Xaça Sor ya navdewletî (ICRC), li demekî pêştir bikaranîna tundutîjiya zêde ji aliyê hêzên Rijêmê li ser nexweşxane û xwendingehên ciyawaz li Sûriyê û kuştina bi sedên qurbaniyan şermezar kiribû.
Xaça Sor û ji ber oparesyona hêzên Esed û hevalbendên wê li ser piraniya navçeyên Sûriyê, astên tundutîjiyê wek xirabtirîn û dijwartirîn ast dîtibûn, her ji şerê par yê li ser Helebê de.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî