Emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî Entonyo Gotrîş û Balyoza Emerîkî ya li bal Netewên Yekgirtî Nîkî Hayilî, careke din tekez kirin ko giring e rêjîma Beşar Elesed operasiyona xwe ya leşkerî li ser başûrê Sûriyê rawestîne.
Di daxuyaniyeke Stîfan Ducarîk, berdevkê emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî hatiye, ko Gotrîş destnîşan kiriye ku ‘’giring e operasiyonên leşkerî yên nuha rawestin‘’. û daxwaz kir ko rêz li pabendiyên navdewletî bête girtin, ji nav wan jî parastina sivîlan û jêrxana sivîl.
Daxuyaniyê got ko emîndarê giştî nîgeraniya xwe diyar kir ji operasiyonên leşkerî yên rêjîma Esed, û ji wan jî êrîşên bejî û bombebarana asmanî li başûr-rojavayê Sûriyê.
Emîndarê giştî got ku bi sedema operasiyona leşkerî ya rêjîma Esed û hevalbendên wê serpereştiya wê dikin li başûrê Sûriyê, bi hezaran kes ber bi sînorê Urdinê ve reviyane.
Ji aliyekî din ve balyoza Emerîkî Nîkî Hayilî ber guhê Rûsya xist ko fişarê bide ser rêjîma Esed da nema binpêkirinan li herêmên kêmkirina şerî yên li başûrê rojavayê Sûriyê bike, û berpirsiyarî çi operasiyonên nû li Sûriyê da li ser aliyê Rûsya.
Her weha berê jî desteya danûstandinan ya Sûrî êrîşa rêjîma Beşar Elesed û milîtanên pêre hevkar in li ser Dera pirotesto kiriye, û daxwaz ji encûmena ewlehiyê û civaka navdewletî kir ko beraber pilanên rêjîmê bi berpirsiyariyên xwe rabin.
Serokê desteyê Nesir Elherîrî doz li dewletên dabînkerên peymana kêmkirina şerî li başûrê welat û netewên yekgirtî û encûmena ewlehiyê kir, ko bi berpirsiyariyên xwe rabin û ji bo rawestandina operasiyona leşkerî bixebitin.
Roja înê jî Yekîtiya Ewropî êrîşa rêjîmê li ser parêzgeha Dera pirotesto kir, û doz li hevalbendên Şamê kir ko kirdeyên şer rawestînin, da bobelateke mirovî çênebe, ji ber di hersê rojên borî de bi dehhezaran kes ji bajarê Dera bi sedema bombebarana rêjîmê derbider bûne, û ev êrîş gefê li 750hezar kesan li herêmê dide.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî