Tîma ‘’hevrêzkarên Bersivdanê’’ ya bi ser Nivîsgeha Belgehkirin û piştgiriyê, derbiderbûna bi sedhezarên koçkiriyên bi kotekî bo parêzgeha Idlib serjimar kirine, ev kes bi sedema operasiyonên leşkerî yên rêjîma Esed û milîtanên tirorist yên Îranî û bi piştgiriya asmanî ya Rûsya li dijî sivîlan li herêmên corbicor li Sûriyê pê radibin derbider bûne.
Raporta tîmê diyar kir ko 12317 malbat bi kotekî koçberî parêzgeha Idlib bûne, ev malbat li gora cihwar 3380 malbat ji parêzgeha Şamê û gundewarê wê û Xûta rojhelat û 2156 malbat ji parêzgeha Helebê û 1180 malbat ji rojhelatê riya tirênê ya Hicaz li gundewarê Idlib û Hema û 890 malbat ji gundewarê Hums yê bakur û 1173 malbat ji herêma rojehat û 660 malbat ji bajarê Hema û 133 malbat ji herêma perava Sûrî koçber bûne.
Birêveberê tîma Hevrêzkirina Bersivdanê Mihemed Elşamî bal kişand ser zehmetkêşiya koçberan piştî ko hejmara wan pir bûye û karê rêkxistinên mirovî li parêzgehê lawaz bûye û got ku malbatên koçber hewcedarî piçûktirîn alavên jiyanê ne wek pirogramekî xwarinê yê mehane û sepetên hawarhatinê ji her mabatê re dabîn bikin.
Elşamî daxwaz kir ko çalakiyên fêrkirinê û tevlihevbûna hemû şagirtan li dibistanan û têgehana karê zarokan ji serê koçberan derxin û gerek kesên şareza di karan de tevli bazara kar bibin tako ji bêkariyê ber bi berhemdayînê ve biçin.
Parêzgeha Idlib di şeş heyvên borî de bi hezarên malbatan xwe lê girtin bi sedema koçkirina kotekî ya ko rêjîmê ew pêk aniye, û Hevbendiya niştimanî dibîne ew tawankariyên cengê ne û daxwaz kir ko dosya Sûrî ber bi dadgeha tawankariyên cengê ve biçe û hemû tawankarên cengê bêne sizakirin.
Her weha Hevbendiya niştimanî daxwaz kir ko piştgiriya koçberan li parêgeha Idlib bibe, û nehêlana Rûsya û rêjîmê ko çi êrîşên asmanî li dijî sivîlan bikin, hişyarî da ji çêbûna bobelateke mirovî û bi taybetî li parêzgeha dagirtî niştecih.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Beledî News