Encûmena xwecihiya Kobanê ya Encûmena Niştimanî ya kurdî duhî roja yekşemê bîranîna sêyemîn ya salvegera komkujiya Kobanê ya li 24’ê cehzerana 2014’an rû dabû li dar xist.
Encûmena xwecihî ligel xelkê bajarê Kobanê ev helkeft bi vêxistina mûman li ser qad û kolan û avahiyên bajêr vejandin.
Encûmena xwecihî di daxuyaniyekê de dubare ev komkujiya dirinde ya li dijî xelkê bajar û gundên Kobanê de şermezar kir, û berpirsyaretiya eşkerekirina rastiya vê komkujiyê xist stûyê PYDê û dezgehên wê.
Encûmena Niştimanî ya kurdî berpirsyaretiya komkujiya Kobanê ya têde nêzîkî 600 sivîlî hatibûn kuştin ku piraniya wan jin û zarok û pîr bûn xist li ser milê PYDê, û di daxuyaniya xwe de got: “berpirsyaretiya tekûz ya ewlehî û parastina hemwelatiyan dikeve li ser milê PYDê”, û bal kişand ku heta niha nehîniyên vê komkujiya hovane û kesên kêmasî kirine û bûne egerê vê tewanê nehatine xuyakirin”.
ENKSê ji aliyê xwe ve, PYDê bi hewlên veşartina rastiyan û eşkerenekirina wê tometbar kir, û ji malbatên şehîdan re tekez kir ku “rastî wê xuya bibe û dadwerî wê serbikeve her çiqas dem li ser derbas bibe jî”.
Hêjayê gotinê ye ku girûpeke rêxistina DAIŞ ya terorîst li şeva 25’ê cehzerana 2015an di nav rêbendên PYDê re derbasî li nav bajêr bû, bê ku bêne eşkerekirin, û komkujiya xwe ya kuştin û serjêkirinê pêk anîn, hevdem ku hîç encamên lêkolînan derbarê vê komkujiya dirinde ji aliyê PYDê derneketin.
Jêder: Beşê Kurdî ya Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî