Toreya Sûriyê ya mafên mirovan daxwaz kir ko dosya rêjîma kîmawî têkin jêr benda heftem ya peymana Netewên Yekgirtî; çimkî hêj rêjîm di bikaranîna çekên kîmawî de li dijî sivîlan berdewam e.
Toreya mafnasiyê di raporta xwe de duhî duşembê anî ziman ko hêzên rêjîmê, tev li biryarên navdewletî, di binpêkirinan de hêj berdewam in, û destnîşan kir ko madeya 41ê ji benda heftem dibêje: Gerek encûmena ewlekariyê biryarê bide bo biryarên xwe cîbicî bike.
Toreyê got: ‘’ Niha ji dewletên dîmuqratî yên wê li Lahay bicivin tê xwestin ku wan dewletên piştgiriya bikarhênerên çekên kîmawî dikin li paş xwe bihêlin, piştî ko hate diyarkirin ko rêjîmê çekên kîmawî gelek caran bi şêweyekî rêbazkirî û berfireh bikar anîne û tawankariyên cengê li dijî mirovîniyê kirne.‘’
Û raport dibîne ko civîna rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî daxwaz kiriye ku roja 26 û 27 vê heyva cehzeranê, derfetek e bo diristkirina şaşitiyên bobelatî yên dosya kîmawî ya rêjîmê, û fişara Rûsya û hevalbendên wê paşguh bikin, çimkî ew dewletek e ku li jêr çavdêriya wê kirdeyên rêjîmê pêk tên.
Raporta toreyê daxwaz ji encûmena ewlekariyê kir ko wan pêrabûnan cîbicî bike, ji wan jî peywendiyên abûrî, çûnûhatinên tirênan û yên deyayî û post û birûskên bêtêl bi yekcarî yan hinekî jê , û peywendiyên diplomasî bibirin.
Toreyê ji dewletên li ser peymana qedexekirina çekên kîmawî imze kirine daxwaz kir ko mîkanîzminan çêbikin da karibin piştgiriya rêkxistinê bikin, û karûbarê wê yê sereke ew be; nasnameya kesên ko êrîşên kîmawî pêk anîne destnîşan bikin, û daxwaza sizakirina berpirsiyarên ko bikar anîne kirin.
Toreyê tekez kir ko wê 221 êrîşên kîmawî ji çileyê yekem 2012ê ve heta 22.cehzerana 2018 belgeh kirine, û rêjîm berpirs e di ber 216an ji wan, û para mezin li parêzgeha gundewarê Şamê û Idlib bûne.
Toreya mafnasiyê Rûsya bi pêşkêşkirina piştgiriyê bo hêzên rêjîmê di sê êrîşan de bi kêmanî tawanbar kir, ji ber ku wê rêka turumbêlên ambulansan û nexweşxanên çareserkirina qurbaniyan li nêzîkî cihên amanckirî armanc dikirin.
Raportê got ku hêzên rêjîmê bajarê Dûma şembiya 7 nîsanê 2018 bi gazên jehrîn amanc kir, ko bû sedema bînçikandina nêzîk 1200 kesan, her weha berî wê jî bi salekê komkujiya Xan Şêxûn li Idlibê çêbû, hêzên rêjîmê bajar bi gaza Sarîn bombebaran kir, di encamê de 85 kes ji nav wan 27 zarok û 19 jin û bêtir ji 546 kesan piraniya wan zarok û jin bûn, hem jî yên di hawara wan de hatin û yên berevaniya sivîl bînçikandî bûn, di pey re Emerîka firokxaneya Elşu’yrat li Humsê bombebaran kir.
Tê zanîn ku bi sedan sivîl di 21ê tebaxa 2013ê bînçikîn bi wan re çêbû, ji encama ko rêjîma Esed bi heyberên kîmawî û gazên jehrîn Xûta rojhelat bombebaran kiribû, û komîtên hevrêzkar yên xwecihî li Sûriyê tekez kirine ko encamên komkujiyê giha 1360 sivîlan, bi dehan jin û zarok di nav wan de hebûn.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî