Serokê Frensa Firensiwa Holand dibîne ko Têwerdana leşkerî ya Rûsî “Esed rizgar nake” mixabiniya xwe da der barê ko bombebarana Rûsî “ne ji bo cenga dijî Daiş e”, û di kongirekî Rojnamevanî de doh dawiya komcivîna Ewropî li Biroksilê got “divê Sûriya zû ber bi Operasiyoneke veguhêza siyasî ve” biçe.
Holand tekez kir ko”Beşar nemumkin e di paşeroja Sûriyê de be” piştî çar salan ji cenga wî li ser miletê Sûriyê ya ko 250 hezar şehîd xistin. Û weha jî got: ya girung ko bombebaran li dijî sivlan bi taybetî ji hêla Rêjîmê û her weha dijminkariya Rûsî jî biraweste.
Ji aliyê xwe ve Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê Hişam Merwe tekez kir ku Hevbendî li hêviya helwesteke jidil ya Civaka Navdewletî ye, da êrîşên dijminane yên Rûsya birawestîne. Tekez kir ko Rêjîma Esed bi piştgiriya Rûsya û Îranê di tawankariyên xwe yên derheqê miletê Sûrî berdewam e.
bêtir got ko “cîbicîkirina daxuyaniya Cinêv ew e bingeha ko gerek çareseriya siyasî li ser bête avakirin. ” bal kêşand ser ko “biryara nebeşdarbûna di (herçar komên kar) de” ew nameyek ji civaka navdewletî re ye da Operasiyona aştiyê rizgar bikin, ya ko dagîrkeriya Rûsî ew berbat kiriye.”
Jêder: Hevbendî+Acans