Şoreşgeran li Xûta rojhilata Şamê hejmarek ji maşîn û zêrîpoşên hêzên Esed têk birin û bidehan ji wan hêzan û ji mêlîşeyên hevalbendên wan kuştî û birîndar kirin.
Li Çiyayên raserî Xûta rojhilat şerek dijwar derket di navbera hêzên Esed û “Artêşa Îslam” de, di dema ku hêzên Esed hewl didan ku derbasî navçeyê bibin ji herdu tewerên Ewlekariya Serbazî û yekîneya Avê, bo vegerandina pêgehên xwe yên berê jidest dayîn di cenga “Alah Xalib” de, ku têde 3 maşînên fozdîka û 4 tank û du zêrîpoşên BMB hatin birdomankirin û bidehan kuştî û birîndar di nav hêzên rêjîmê de ketin.
Di heman mijarê de duhî di şerê Têr Me’ela û Elxinto û Teblîse û Elmeheta û Sisîl de li gundewarê bakurê Himusê di şer û pevçûnên dijwar de ligel Artêşa Azad, kuştina serkirdeyekî bi pileya emîd û kuştina bidehan serbazên rêjîmê hat ragihandin, û tevî kuştina serkirdeyê oparisyonê emîd Me’en Dîb, tevlî kuştina 39 serbazên din, û birdomankirina 5 zêrîpoşan û du tankan, ku bû encamê rê li pêş hêzên rêjîmê bête girtin û nikaribin ti serkeftinê li ser yek tewarî bidest bînin.
Jêder:Hevbendî +Wekalat