“Koma kar ya ji bo Filistîniyên li Sûriyê”, di raporeke meydanî de li ser şopandina qurbaniyên filistînî ji destpêka şoreşa Sûrî ji adara 2011’an heta hezîrana îsal, eşkere kir ku wê kuştina 3989 penaberên filistînî li Sûriyê di heşt salan de bi belge kiriye.
Di raporê de hatiye ku 1017 penaberên filistînî di sala 2013 de hatine kuştin, ku ev rêjeya herî zêde bû li beramber sala 2012, ku têde 778 penaberên filistînî hatibûn kuştin.
Li gorî amarên komê, 1977 qurbanî di nav kamp û komelgehên filistîniyan de hatine kuştin, û Kampa Yarmouk, li başûrê Şamê di serî de tê bi 1422 qurbaniyan, yên bi gulebaran, kuştin, dorpêçkirin û wêrankirinê jiyana xwe jidest dane.
Û kampa Der’a li başûrê Sûrî piştre tê, bi mirina 263 penaberên filistînî, û kampa Xan al-Şîh li gundewarê Şamê bi 202 qurbaniyan û kampa Neyreb li Helebê bi 168 qurbaniyan, kampa Huseyîn bi 124 qurbaniyan hat, herweha bi belgekirina 188 qurbaniyên bênavûnîşan.
Hejmara qurbaniyên filistînî yên li hundurê Sûriyê gihîşt 3895 qurbaniyan ji binyatê 3987 penaberên hatine belgekirin, di heman demê de hejmara penaberên filistînî yên li ser riya koçberiyê mirin gihîşt 92 qurbaniyan, ku li ser zêdetirî 12 welatan hatine belavkirin.
Di raporta xwe de, koma kar mirina 604 penaberên filistînî di bin îşkenceyê di zindanên rejîmê de bi belge kir, û piştrast kir ku girtina 1180 penaberên filistînî ji kempan û komelgehên mezin yên filistîniyan li Sûriyê hatine belgekirin.
Raportê nîşan da ku beşa Lêkolîn û Raportên taybet ya komê, binçavkirina 1758 penaberên filistînî li zindanên Sûrî bi belge kiriye, di nav de 109 jin, digel ku hejmara mêran gihîşt 1649 penaberên filistînî.
Di raportê de hate gotin ku 92 penaberên filistînî ji hêla rejîmê û komên girêdayî wê ve hatine bidarvekirin, 1212 bi guleyan hatine kuştin, 1077 bi gulebaranê, 311 bi guleyên sekvanan, 205 bi dorpêçkirin û nebûna saxlemiyê, û 142 jî ji ber bombebaranê hatine kuştin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî