Rêkxistina navdewletî êrîşên hêzên Esed li ser nexweşxane û navendên tendiristî yên din li Idlib û Hemayê pirotesto dike, û dibîne ko ew êrîşên li ser bargehên bijîşkî ‘’ tawankariyên li dijî mirovîniyê ne ‘’.
Birêvebera Lêkolînên Rojhilata Navîn Lîn Malûf got ku li gora daxuyaniya ko ji hevrêzkariya ragehandinê şaxê Tirkiyê derçûye, bombebarana nexweşxaneyên ko xizmeta tendiristî pêşkêş dikin tawankariyên cengê ne.
Malûf destnîşan kir ko êrîşên dawî yên dawiyê; “şaxên” dawî yên ko sivîl xwe pê digirin birîne, û bal kişand ser ko rêkxistinê hevdîtin bi 13 karmendên warê tendiristî yên ko ziyan li wana bûne kiriye û dîdevaniya wan bi vîdyoyan diyar kir.
Malûf tekez kir ko amanckirina nexweşxaneyan berdewam e, û got: ‘’Berê navendên tendiristî di êrîşên rêbazkirî li dijî sivîlan de hatine amanckirin, û êrîşên vê dawiyê nimûne ne li ser vê yekê û ew tawankariyên lidijî mirovîniyê ne. ‘’
Rêkxistinê dîdevaniya kesên ko bi çavên xwe dîtine guhastiye, û gotin ko çendîn êrîşên rêjîmê nexweşxaneya gundê Has û nexweşxaneya Kefer Zîta û nexweşxaneya neşteriyê û Elşam ya Kefer Nibil di navbera 5 heta 11 gulana nuha de amanc kirine.
Daxuyaniya lêbûrîna navdewletî got ku navendên ko xizmet ji 300 hezar kes re li gundewarê bakur û rojava yê Hema û başûrê Idlib pêşkêş dikirin êdî nema dikarin kar bikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê êrîşên dijminkarî yên li ser herêmên rizgarkirî ji hêla rêjîmê û hevalbendên wê pirotesto kirin, û ji Encûmena ewlehiyê daxwaz kir ko helwesteke aşkere beraber vê êrîşa leşkerî ya li ser Idlib û Hemayê bide, û tekez kir ku berdewamkirina operasiyonên bombebaranê dê bandoreke neyênî li ser pirosesa siyasî û rewşa mirovî bike
Hêzên rêjîma Esed û çekên asmanî yên Rûsî û milîtanên Îranî yên mezhebperest ji 25 nîsana bûrî de êrîşeke berfireh dibin ser herêmên rizgarkirî li gundewarê Idlib û Hemayê, û bi bombebarana asmanî û topbaraneke tund amanc kirine, tev ko ew herêm ên kêmkirina şerî ne.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî