Navenda belgekirina binpêkirinên kîmyayî li Sûriyê (CVDCS) dest bi kampanyekê kir, têde ji civaka navdewletî dixwaze ku rejîma Esed siza bikin , ji ber bikaranîna berdewam ji çekên kîmyayî re li dijî sivîlan li Sûriyê.
Navendê di daxuyaniyeke taybet de ji bo Kampanyê got ku ew kar dikin ji bo belavkirina wêneyên sembolîk yên qurbaniyên êrîşên kîmyayî bi dirêjiya heşt rojan, ji bo balkişandina bîr û raya giştî li ser tawanên şer û binpêkirina peymana qedexekirina çekên kîmyayî, ya ku ji aliyê rejîmê her car tê bikaranîn.
Di daxuyaniya Navendê de hat ku li heyamê şeş salan de 261 caran çekên kîmyayî li Sûriyê hatine bikaranîn, û bûne sedema mirina 3423 kesan û birîndarbûna 13943 kesên din, ku bi piranî jin û zarok in, û herwiha 12 tîman beşdarî di lêkolîn û pişkinînên navnetewî de kirine.
Di daxuyaniya xwe de, Navendê bang li hemî sazî û rêxistinên civaka sivîl kiriye ji bo beşdariya di kampanyayê de û piştgiriya armancên kampanyayê û sizadana berpirsiyarên bikaranîna çekên kîmyayî li tevahiya Sûrîyê.
Hêjayê gotinê ye ku gaza kîmyayê li dijî çend cihan li parêzgeha Idlib li bakurê Sûriyê, Hama û Humusê, û herwiha li Xûtayê ya li nêzîk paytexta Sûriyê hatiye bikaranîn, hevdem ligel bang û gaziyên rêxistinên mafên mirovan ji bo bidawîkirina bikaranîna çekên kîmyayî li Sûrîyê.
Ji bo vê yekê, Yekîtiya Ewrûpa di sala 2017 de hin sizayên aborî li ser rayedarên bilind yên rejîmê sepandin, ji ber têkildariya wan di bernameya çekên kîmyayî li welêt.
Yekîtiya Ewropayê dest bi sepandina sizayan kir li ser kesayetiyên siyasî û aborî, di nav de Serokê rejîmê Beşar Esed, û xizm û endamên malbata wî, piştî destpêkirina şoreşa sûrî di sala 2011 de, û herweha kompaniyên ku bazgarniyê bi rêjîmê re dikin.
Hêjayê gotinê ye ku Navenda belgekirina binpêkirinên kîmyaî li Sûriyê li sala 2012 li Brukselê paytexta Belçîkayê hatiye damezrandin, û kar ji bo belgekirina hemû bûyerên têkildar bi çekên kîmyayî dike, û wek rêxistineke ne ji bo qezencê tê naskirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî