Duhî li roja çarşemê li bajarê “al-Mansoura” li rojavayê Reqayê pêleke protestoyên girseyî peyda bûn, dijî binpêkirinên berdewam li dijî sivîlan û kuştina sivîlekî bajêr bi destê çekdarên “PYD”.
Û ji aliyê xelkê bajêr êrîş li ser navendên wan milîsan hat pêkanîn, piştî kuştina sivîlekî bi navê Zên al-Hmad al-Zên, li ser destê çekdaran bi guleyekê li ser rêbendeke bajêr.
Di bersiva wê bûyerê de xelk li nêzîk rêbenda kontrolê civiyan û bi keviran êrîş kirin, tevî şewitandina dolaban û girtina piraniya kolanên bajêr, di demekê de ku ew rêbend ji aliyê hin kesên din hat şewitandin.
Çalakvanên kampanyaya “Reqa bibêdengî tê şerjêkirin” destnîşan kirin ku milîsên “PYD” êrîşek bi dehên zerîpoşên leşkerî anîn ser bajêr, û xwenîşander bi çekên sivik ji hev hatin belavkirin, hevdem ku nûçe hene li ser birîndarbûna hin ji xwenîşanderan.
Ji aliyê xwe ve, serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Ebdul Rehman Mistefa, cext li ser giringiya rizgarkirina gelê Sûriyê ji van milîsan û azadkirina wî ji hemî awayên terorîzmê kir, û bal kişand ku saziyên hikûmeta Sûrî ya demî amade ne ji bo xebatê di hemû waran de li deverên ku terorîst jê derdikevin, ji bo bi çavdêrîya wê û aktivkirina dezgehên xizmetgozariyê li wan deveran.
Tê zanîn ku milîsên “PYD” li deverên cuda yên di bin kontrola wê de bi berfirehî rastî redkirina gel tên, ji ber hilmetên leşkerkirina bi darê zorê, û bi taybetî li bajarokê “al-Mansoura” pêleke nerazîbûnê û nakokiyan derketiye, ji encama desteserkirina hejmarek ji ciwanên wê li herdu rojên borî ji bo leşkerkirina neçar.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî