Netewên Yekgirtî rêjîma Esed tawanbar kir bi nehêlana derbasbûna alîkariyên mirovî bo xelkên sivîl li kampa Elyermûk, ya penaberên Filestînî yên li Xûta rojhelat a gundewarê Şamê.
Yan Îgland rawêjkarê Netewên Yekgirtî yê karûbarê mirovî, duh pêncşembê got: “me çend daxwazname ji rêjîmê re pêşkêş kirine bo gihandina alîkariyên mirovî ji kampa Elyermûk û Xûta re, lê rêjîmê belgên erêkirinên pêdivî nedane me”. Û tekez kir ko astengî li pêşberî rêkxistinên Netewên yekgirtî yên bo gihandina alîkariyên mirovî bo bêtir ji 40hezar sivîlî li Xûta rojhelat kar dikin hene.
Îglad di kongirekî rojnamevanî de, nivîsgeha Netewên yekgirtî li Cinêvê çêkiribû, daxwaz kir ko giring e kar bo parastina sivîlên li kampa Elyermûk bibe, da koçber nebin.
Îgland hişyarî da ji amanckirina herêmên sivîlan li Idlibê, yên ko gelek koçberên bi kotekî û derbiderên ji herêmên derdorê hêwirandine, û diyar kir ko êrîşên asmanî yên ko herêmên sivîlan li Idlibê amanc dikin ne nîşandeka xêrê ne.
Û bêtir got: ‘’bi milyonan hêj dorpêçkirî ne, û gelek ji yên ko ji herêmên şerî reviyane neçar bûne bêne kampên derbideran li Idlibê ‘’.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans