Netewên Yekgirtî duhî duşembê êrîşên rêjîma Esed û hevalbendên wê li ser Idlibê pirotesto kirin, ku di wan êrîşên di heyva tîrmeha borî de, li gor berevaniya sivîl ya Sûrî aniye ziman, bêtir ji 1000 kesî piraniya wan zarok û jin in jiyana xwe jidest dane.
Cîgirê berdevkê emîndarê giştî yê netewên yekgirtî, Ferhan Heq, di kongirê rojnamevanî de yê ko li bargehê herdemî yê rêkxistina cîhanî li New York got: ‘’Netewên yekgirtî êrîşên li ser Idlib pirotesto dike, û tekeziyê li ser giringiya parastina sivîlan dike. ‘’
Heq nîgeraniya xwe derbarî amanckirina Idlib anî ziman, ko di encamê de sivîl hatine kuştin û jêrxana bajêr wêran bûye, û tekez kir ko Netewên yekgirtî êrîşên li dijî sivîlan û karmendên hawarhatinê û jêrxana mirovîniyê pirotesto dike.
Heq daxwaza dabînkirina parastina sivîlan û jêrxana bajêr ji rêjîmê û hevalbendên wê kir, li gora pabendiyên wan li ser bingeha yasaya mirovî ya navdewletî.
Birêveberê ragehandina berevaniya sivîl li Idlib Ehmed Şêxo, ji acansa Simart re pêr got ko 73 kes ji nav wan neh jin û pênc zarok hatine kuştin, her weha 970yên din ji nav wan 280 jin û 233 zarok û 22 endamên rêkxistina berevaniya sivîl hatine kuştin.
Şêxo destnîşan kir ko kuştî û birîndar bi sedemên corbicor bi bombebarana hevpeymana rêjîma Esed û Rûsya û ji encama teqînên corbicor û pevçûn û bûyerên tirafîkê û mayûnan hatine kuştin.
Tev ko Idlib ji herêmên kêmkirina şerî ye, lê Idlib û gundewarê wê ketin ber êrîşên rêjîmê û Rûsya, û berê jî berevaniya sivîl di 2 tîmehê de kuştina 172 sivîlan û birîndarbûna bi sedan piraniya wan jin û zarok in di cehzerana borî de belgeh kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê