Sûriya li gora pîvana aştiya cîhanî ketiye asta herî dawî, bi vê yekê dibe dewleta herî kêm ji aliyê ewlehiyê de ji nav 163 dewletan di sala 2018an de, di heman çaxî de Rûsya- ya ko ew jî di nav dewletên Ewropî de ya dawî ye- hewil dide ko penaberên Sûrî vegerîne.
Rojnameya ‘’ Eneb Beledî‘’ ya xwecihî ji ber belavoka pîvana aştiya cîhanî ( Global Peace Index ) ya ko salane ji peymangeha Abûrî û Aştiyê derdiveke guhastiye, ku duhî duşembê Sûriya bûye welatê herî kêm-ewlehî di cîhanê de, ji aliyê metirsiya jiyanê, ko 3.600 xal wergirtine.
Û Efxanistan ket pileya duyem, û Başûrê Sûdanê ya sêyem, û Îraq çarem, û Somal pêncem, û Yemen şeşem e.
Li gora wê pîvanê, 93 dewlet ewlehî li wan bêtir bûye, lê 68 dewletên din ewlehiya wan ber bi kêmbûnê ve diçe, û ev du car in Sûriya pileya yekem dibe, 2015, 2016 .
Raporta ko peymangeha Ostiralî derdixe , li gora pîverên bingehîn bo pîvana Aştiyê, wek hejmara cengên hindirîn û yên derve ko têde beşdar bûye, û hejmara miriyan bi sedema cengan, asta milmilaneya navxweyî, peywendiyên bi dewletên cîran re, hem jî 19 pîvanên din.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê got ku bi hebûna rêjîma Esed û dezgehên ewlekariya wê û milîtanên Îranî yên tirorist yên ko ji heft salan ve mezintirîn tawankariyan derheqê sivîlan pêk anîne, çi zemîneke aram û ewle li Sûriyê peyda nabe.
Hêzên Esed doktor emîd Mutez Hitêtanî yê ko ji Xûta rojhelat di rêbuhêrkên aram re derketibû kuşt, di dema gerek bû Rûsya ew parastiba, û hêj çarenivîsa bi dehan karmendên rêkxistinên bijîşkî û fêrkirinê û hawarhatinê nediyar e.
Her weha rêkxistinên mafnasiyê aşkere kirin ko lîstên navan derketin, û bi hezaran navên qurbaniyên êşkencedanê di wan de hatibûn û radestî birêveberiyên nifûsê kirine, ev hemû sedem in ko Sûriyê têkin asta metirsîdartirîn dewleta cîhanê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê