Monday, 13 November 2017 13:58

Rêxistina Lêborîna Navdewletî Dorpêçkirina Rijêma Esed ji Nişteciyan re Bi Tawaneke Şer Dibîne

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty) ragihand ku kiryarên dorpêçkirinê yên hêzên Esed dijî nişteciyan li çend navçeyên Sûriyê, bi tawanên dijemirov û yên şer tên dîtin.

Û ev yek hat di raporta wê de ya libin navê "yan em ê bar bikin yan jî bimirin", amaje kiriye bi kiryarên koçberkirina neçarî ya li hin navçeyên dorpêçkirî li demekê pêştir hatibûn pêkanîn, û mirina hejmareke sivîlan bi serdema birçîbûn û bêdermankirinê.

Û çar rêkeftinên xwecihî ji aliyê rêxistinê ve hatine şopandin, û rêxistina lêborînê dibêje ku ew rêkeftin hatine piştî kiryarên dorpêçkirinê yên nerewa û kiryarên bombebarankirinê bi armanca neçarkirina xelkê li ser koçbarbûna ji cih û warên xwe.

Û di raportê de hatiye ku "kiryarên dorpêçkirin û kuştina nerewa û koçberkirina neçarî ji aliyê hêzên Rijêmê, beşek ji êrîşeke rêbazkî ya berfereh e li dijî xelkê sivîl, ku ew bi xwe tawanên dijemirov in".

Raportê bal kişandiye ku Rijêmê dorpêçkirin li ser " navçeyên nişteciyan yên pir qerebalix sepandiye, û xelk ji xwarin û derman û pêdewîstiyên sereke bêpar kirine, berovajî yasa mirov ya navdewletî".

Herwiha ji aliyê rêxistina Amnesty 10 êrîş li ser rojhilatê Helebê li sala 2016 an di navbera heyva tîrmeh û kanûna yekê de hatine dîkomîntkirin, û gotiye ku ev tax yên "dûrî ji hêl û çeperên şer û bê hebûna hîç cihên laşkerî li derubera wan", ji aliyê hêzên Rijêmê hatine bomebarankirin.

Amnesty gotiye ku raporta wê pal daye ser wêneyên satelaytan û parçevîdiyoyan, û tevî çavpêketinên hatine pêkanîn di navbera nîsan û êlûna îsal de ya ligel 134 hemwelatiyan û hin berpirsên NY.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty) di dawiya raporta xwe daxwaza raguhestina fayilê Sûriyê bo dageha tawanên navdewletî ji civaka navdewletî kiriye.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat

Home Nûçe Nûçeyên Siyasî Rêxistina Lêborîna Navdewletî Dorpêçkirina Rijêma Esed ji Nişteciyan re Bi Tawaneke Şer Dibîne