Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty) ragihand ku kiryarên dorpêçkirinê yên hêzên Esed dijî nişteciyan li çend navçeyên Sûriyê, bi tawanên dijemirov û yên şer tên dîtin.
Û ev yek hat di raporta wê de ya libin navê “yan em ê bar bikin yan jî bimirin”, amaje kiriye bi kiryarên koçberkirina neçarî ya li hin navçeyên dorpêçkirî li demekê pêştir hatibûn pêkanîn, û mirina hejmareke sivîlan bi serdema birçîbûn û bêdermankirinê.
Û çar rêkeftinên xwecihî ji aliyê rêxistinê ve hatine şopandin, û rêxistina lêborînê dibêje ku ew rêkeftin hatine piştî kiryarên dorpêçkirinê yên nerewa û kiryarên bombebarankirinê bi armanca neçarkirina xelkê li ser koçbarbûna ji cih û warên xwe.
Û di raportê de hatiye ku “kiryarên dorpêçkirin û kuştina nerewa û koçberkirina neçarî ji aliyê hêzên Rijêmê, beşek ji êrîşeke rêbazkî ya berfereh e li dijî xelkê sivîl, ku ew bi xwe tawanên dijemirov in”.
Raportê bal kişandiye ku Rijêmê dorpêçkirin li ser ” navçeyên nişteciyan yên pir qerebalix sepandiye, û xelk ji xwarin û derman û pêdewîstiyên sereke bêpar kirine, berovajî yasa mirov ya navdewletî”.
Herwiha ji aliyê rêxistina Amnesty 10 êrîş li ser rojhilatê Helebê li sala 2016 an di navbera heyva tîrmeh û kanûna yekê de hatine dîkomîntkirin, û gotiye ku ev tax yên “dûrî ji hêl û çeperên şer û bê hebûna hîç cihên laşkerî li derubera wan”, ji aliyê hêzên Rijêmê hatine bomebarankirin.
Amnesty gotiye ku raporta wê pal daye ser wêneyên satelaytan û parçevîdiyoyan, û tevî çavpêketinên hatine pêkanîn di navbera nîsan û êlûna îsal de ya ligel 134 hemwelatiyan û hin berpirsên NY.
Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty) di dawiya raporta xwe daxwaza raguhestina fayilê Sûriyê bo dageha tawanên navdewletî ji civaka navdewletî kiriye.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat