Rêxistineke Tirkî ya hawarhatinê daxwaza serbestberdana bilez û bêmerc ji jin û zarokên girtî di zindanên rejîma Esed de re kir, û tekezî li ser giringiya dadgehkirina kesên gunehbar ji aliyê Dadgeha Cezayê a Navnetewî kir.
Ev yek hat di civînekê de ku ji aliyê IHH ve li Navenda Netewên Yekbûyî li Swîsre hat lidarxistin, ji bo gotûbêjkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li Sûrîyê dibin, û rewşa jinên girtî û zarokên wan di zindanên rejîmê de.
Rêxistinê daxwaza serbestberdana herî kêm heft hezar jinên girtî bi tevî zarokên wan kir, ku têne îşkencedan di girtîgehên rejîma Esed de, û hevdem daxwaz kir ku ew bilez û bêmerc bêne serbestberdan.
Û çalakvanê mafê mirovan Gareth Bryce diyar kir ku bi hezaran dayîk û zarok di zindanan de têne îşkencekirin, û got ku “gelek ji wan hatine kuştin û cenazeyên wan hatine windakirin”.
Wî tekez kir ku civaka navnetewî bêkêr maye li ser sizadana rêjîmê ya radibe bi îşkencekirina girtiyan, û got “lê rojek wê bihêt dê hemû kesên gunehbar li pêşiya Dadgeha Tawanên Navnetewî bêne dadgehkirin, helbet dadperwerî dê rojekî cihê xwe bigire”.
Ji aliyê xwe ve, akadîmisyana Sûrî ya niha li Birêtaniya Rehef Eldoxilî got ku tişta li Sûriyê dibe “mezintirîn kirîza mirovî ye di dîrokê de”, û bal kişand ku “piraniya girtiyên hatine kuştin jin û zarok in, û diyar kir ku 13 hezar û 500 jin heta niha di girtîgehan de ne, û bêtir Ji 7,000 ji wan hîn jî rastî îşkence û destdirêjiya siksî û kiryarên hovane dibin”, Rehef got ku “rêjîm destdirêjiya siksî bikar tîne wek amrazekî ji bo tirs û zordariyê”.
Di axaftinê de Ezet Şahîn, endamekî rêveberê ajansa “IHH” ya tirkî ye, daxwaza serbestberdana girtiyan bê merc ji girtîgehên rejîmê kir.
Di axaftina xwe de, behsa hewldanên ajansa Tirkî ji bo kesên sîvîl yên rastî binpêkirinên mafên mirovan tên di Sûriyê de kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî