Toreya Sûrî ya mafê mirovan kuştina hêzên Rûsiya ji 6239 sivîlî re belge kiriye, ji dema destêwerdan di 30 êlûna 2015 de di Sûriyê de kiriye. Û herweha hin gotinên şahidhalan tekez dikin ku Rûsiya tewankariyên cengê li gel rêjîma Esed pêk anîne ji dema alîkarî pê re ji sala 2011 de kir, û mafê redkirinê VÎTO 12 caran bi rengekî kotekî bikar anî, ku 6 ji wan derbarê dosya bikaranîna çekên kîmawî bûn.
Û toreyê tekez kir ku wê karîbû kuştina 6239 sivîlî -1804 ji wan zarok in- li ser destê hêzên Rûsiya belge bike. Û lîsteyek bi tevaya qurbaniyan li seranserî hemî salan pêşkêş kir, ku hejmara qurbaniyên herdû salên pêşî ya herî mezin bû, û bêşa herî mezin ya Heleb û Idlib û Dêrazorê bû, û pêkanîna nekêmtir ji 321 komelkujiyê û 954 bûyerên armanckirina navendên jîndariyê û 176 dibistan û 166 avahiya pizîşkî û 55 bazarên gelêrî ji destpêka dijminkariya xwe de têde hatibû.
Û diyar kir ku Rûsiya beşdarî bi rêjîma Esed re di kuştina Sûriyan de kiriye ji destpêka dijminkariya xwe de, û hemî coreyên çekan tevlî yên li ser asta navdewletî qedexene ne bikar anîbûn, di çarçoveya siyaseta wêrankirina giştî bi taybetî li deverên ku niştecî li wan hene, û operesyonên bombebarankirina Rûsî -li gor yasaya cengê- bê hebûna behaneyên leşkerî bûn, ku xelk neîçarî derketina ji bajarên wan kirin, wek beşekî ji siyaseta koçberkirina kotekî û guhertina demografî.
Û saziya berevaniya sivîl “ Kumsipiyan” di dawîtirîn rapora xwe de, bal kişand ser hebûna prosesên rizgarkirina mirovan li bidehan ji deverên ku rêjîmê ew bi alîkariya Rûsiya ji sala 2015 de, ku 19 xwendingeh û 20 avahiyên pizîşkî her weha 21 navendên ruhakirinê yên bi ser wê ve di hersî salên bûrî de armanc kirine.
Tê zanîn ku Rûsiya yasayên encumana ewlekariyê 2139 û 2254 bi rengekî tekezkirî binpê kirine, ew biryarên ku daxwaza rawestandina êrîşên bêserûber û tawanên bi mebest yên ku wek tewanên cengê yên dijî mirovahiyê ne, yên ku yasaya navdewletî sizayan ser tewankarên wan disepîne dikin, û daxwaza lêkolînan û sizakirina tewankarên tewanên cenê yên dijî mirovahiyê kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê