Berevaniya Sivîl a Sûrî di malperên xwe yên medya civakî de tawanên rêjîma Esed û Rûsya aşkere kirin, ko bi firok û êrîşên asmanî di heyva çirîya pêşî de ew amanc kirine.
Raportê anî ziman ko heyva bûrî ya herî xwîndar bû, 82 sivîl ji nav wan 13 zarok û 10 jin bi destê hêzên rêjîma Esed û hêzên Rûsî dema amanckirina bargehên giştî û cihên niştecihan hatine kuştin.
raportê diyar kir ko tîmên berevaniya sivîl dikarîbû 2458 kesan rizgar bike û 235 agiran vemirîne, dezgehê 4126 karên xizmetkariyê pêk anîne, tev ko metirsiyên bombebarana asmanî ya rojane hene û 94 operasiyonên jinavbirina cebilxaneya zindî cîbicî kirine.
Raportê destnîşan kir ko tîmên dezgehê dikarîbû 274 operasiyonên hişyarkirinê cîbicî bike, her weha navendên jinan yên berevaniya sivîl 7457 operasiyonên bijîşkî û 315 waneyên hişyarkirinê pêk anîne.
Amanckirina raseterast ya navendên berevaniya sivîl li gundewarê Heleb û Idlib, hişt ko navenda serpereştiya karta berevaniya sivîl ya li Cisir Elşixûr li gundewarê Idlib roja çarşembê ji xizmetê derkeve, her weha roja sêşembê du navendên berevaniya sivîl ji xizmetê derketin, ji encama bombebarankirina bajarê Endenan li bakurê Helebê.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî