Monday, 13 January 2020 18:17

Berevanîya Sivîl: Rejîma Esed û Rûsya Pabendîyê bi Agirbestê Nekin û Idlib li Pêşîya Bobelateke Mirovahî ye

Berevanîya Sivîl a Sûrî bang li civaka navdewletî kir ku berpirsiyarîya tevahî jibo parastina sivîlên Idlibê beramber kiryarên bombebarankirinê ji hêla Rûsya û rejima Esed ve hilgire, û daxwaza rawestandina bombebaranê û girtina rê li pêşiya tawanên cengê yên li dijî gelê Sûrî kir.

Û Berevanîya Sivîl di daxuyaniyekê de piştrast kir ku hêzên Rêjîma Esed, duh yekşembê êvarî, agirbest binpê kir, û bi topên giran û mûşekan bajar û bajarokên başûrê rojhilatê Idlibê topbaran kirin.

Berevanîya sivîl destnîşan kir ku ev binpêkirin piştrast dikin ku Rûsya û rêjîm tewanbar in, û divê ji bo jinavbirina jiyana sivîlên Idlib bêne cezakirin, û tekez kir ku cangorîyên wan ne tenê jimar in, û ji mafê miletê Sûrî ye ku mîna gelên din bijîn.

Û daxuyaniyê da xuyakirin ku Rûsya ya sponsor ji rêjîma Esed re, her carê dibêje ku ewê pabendiyê bi peymanên agirbestê bike, lê dema sivîl hewil didin vegerin jiyana xwe ya asayî, dûrî bombebaranê, ew dîsa dest bi bombebaranê û kuştina wan dike, daku tirs di dilê mirovan de berdewam be.

Daxuyaniyê destnîşan kir ku bobelata mirovahî ya ku parêzgeha Idlibê îro rû bi rû bûye, dibe ku mezintirîn bobelat be, ji ber berdewamiya binpêkirina Rûsya û rêjîma Esed ji agirbestê re, û destnîşan kir ku zêdetir ji mîlyonek û 700 hezar kesî neçar man ku ji malên xwe derkevin, ji encama bombebarana berdewam, da ku ji mirinê birevin, û ev mezintirîn derbiderî li Sûriyê ye.

Berevanîya Sivîl lê zêde kir û got: Tevî pesindana bizavên Neteweyên Yekbûyî yên derbaskirina alîkariyên mirovahî di rêyên sînorî re ji bo rizgarkirina sivîlên ku zîyan ji operasyona leşkerî dîtne, lê ev bi tenê ne bes e, ji ber ku ew alîkarî nikarin bigihên kesên bûne armanca bombebarana berdewam û rêbazkirî ya rijêmê.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî Berevanîya Sivîl: Rejîma Esed û Rûsya Pabendîyê bi Agirbestê Nekin û Idlib li Pêşîya Bobelateke Mirovahî ye