Friday, 04 October 2019 22:32

Hêzên Esed û Rûsya Berdewam in di Amanckirina Navendên Zindîdar li Hema û Idlibê

Toreke xwecihî ya mafnasiyê tekez kir ko armanckirina bargehên sivîlî û yên bijîşkî ji hêla rêjîmê û piştgirên wê ve li herêma kêmkirina şerî berdewam e, bi bikaranîna çekên qedexeya navdewletî yên di êrîşên eylûla bûrî de bikar hatine.

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di raporteke taybet de li ser binpêkirinên heyva bûrî , ruhnî da ser êrîşên bêserûber bi çekên nerewa (goşeyî, çekên kîmawî, bermîlên teqîner, çekên sotandinê û mûşekên asmanî) û operasiyonên zêdegaviyên li ser navendên zindîdar li Hema û Idlibê.

Torê di raporta xwe ya duhî pêncşemê derket, tekez kir ko wê 35 bûyerên binpêkirinên dijî navendên zindîdar ko hêzên rêjîma Esed û Rûsya li parêzgeha Hema û Idlib di eylûla bûrî de pêk anîne, belge kirine.

Raportê diyar kir ko ji nav 35 bûyerên zêdegaviyan, 6 dibistan, 6 bargehên bijîşkî û 9 perestgeh hatine amanckirin, û hêzên rêjîmê û Rûsya piraniya wan li Hema û Idlibê pêk anîne.

Raporta torê sê êrîşên bi bombeyên goşeyî ko hêzên rêjîmê pêk anîne, û pê parêgeha Idlib amanc kirine, belgeh kirine, ku di encamê de du sivîl hatine kuştin û pênc birîndar bûne, her weha raportê bobebarana firokên perwane yên bi ser hêzên rêjîmê ve bêtir ji 48 bermîlên teqîner li ser Idlib û Hema û Laziqiyê avêtine, di encamê de ziyanin mezin gihandine du dibistanan.

Raportê destnîşan kir ko operasiyonên bombebarana bêserûber bi destê hêzên rêjîmê û Rûsya, bûn sedema ko bargeh, jêrxan wêran bibin, û bi wê yasaya navdewletî binpê kirin û tawanên cengê pêk anîn, û 3 êrîşên bi çekên goşeyî di heyva eylûlê de, ên hêzên rêjîmê li Idlibê ew cîbicî kirine û bûne sedema ko du 2 sivîl bên kuştin û 5 birîndar bibin, hatine belgehkirin.

Raportê got ku rêjîmê yasaya navdewletî ya mirovî û yasaya naskirî û biryarên encûmena ewlehiyê bi taybetî biryara hejmar 2139 û biryara 2042 ya berdana girtiyan û biryara hejmar 2254 bin pê kirine, bê ko tu dadlêpirsîn pê re bibe,.

Toreyê di raporta xwe de ji Encûmena ewlehiyê daxwaz kir ko pêrabûnin bêtir bike piştî derçûna biryara 2254, û got ku giring e dosya Sûrî ber bi dadgeha tawanan ya navdewletî bête şandin, û dadpirsîn bi yên destê wan di tawanên cengê de hene ji wan jî rêjîma Rûsya bibe.

Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî

Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî Hêzên Esed û Rûsya Berdewam in di Amanckirina Navendên Zindîdar li Hema û Idlibê