Tîma Sûrî ya komîta Sûrî-Tirkî ya hevbeş, civîna xwe ya rolî bi amadebûna serokê hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Enes Elebde lidar xist, têde karê komîtê û encamên gihanê ji bo alîkariya xelkên Sûrî li Tirkiyê gotûbêj kirin.
Civîngeran hemû daxwaznameyên ko gihiştine komîtê gengeşe kirin, û kar ji bo danîna planekê kirin, bi armanca dabeşkirina rewşên nû û jihevderxina wan, jibo hêsankirina kar digel aliyê Tirkî, li gora pêşindeyên ko berê digel Birêveberiya Koçberiyê ya Tirkî li ser li hev kirine.
Endamên tîmê diyar kirin ko çareserî ji gelek daxwazan re dîtine, û rewşa xwedanên daxwazan çareser kirine, li gora fermanên ko vê dawiyê ji Birêveberiya Koçberiyê û wezareta hindir ya Tirkiyê derketine.
Û bal kêşandine ser ko komîtê karîbû hejmarek ji hêsankarî û xizmetan pêşkêş bikin, û tekez kirin ko amanca herî sereke ew e, dîtina çareseriyek yasayî ji bo rewşa hemî Sûriyên li Tirkiyê dijîn.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî