Xelkên herêma Cebel Elhis ya gundewarê Helebê yê başûr, pêkhatina komkujiyeke tirsnak li ser destê milîsên îranî yên terrorist dijî sivîlên herêmê eşkere kir, têde şeş sivîl bi kêran hatin serjêkirin.
Û çalakvanin xwecihî gotin ku endamin bi ser milîsên Pasdaran ve, girtin ser gundên Ibêsan û Muxlif û Elxefîye yên gundewarê helebê û keriyên pêz dizîn, û şeş kes ji sivîlên wan gundan desteser kirin û ew birin cihekî nediyar.
Û çalakvanan gotin ku xelkên gundê Elxefîye yê li devera Cebel Elhis, îro pêncşembê sibehê, laşên wan herşeş kesan dîtin, û nîşanên işkenceyên li ser laşên wan hebûn, û serên hejmarek ji wan ji govdeyên wan jêkirî bûn.
Û milîsên îranî, roja yekşema bûrî li gundewarê Reqa yê başûr, kumkujiyek bi kêr û guleyan pêk anîn, 21 kesên sivîl têde bûn qurbanî, û çalakvanan anîn ziman ku ew komelkujî dijî sûriyan hat kirin, wek heyfhilanînekê ji ber kuştina Qasim Silmanî, serokê Feyleqa Qudis ya îranî, yê ku roja îna bûrî li bexdayê di bombebaraneke Emerîkî de jiyana xwe jidest da.
Tê zanîn ku hejmarek mezin ji milîsên mezhebî, yên Pasdaran ên îranî pereyan didin wan, pir li deverên di bin kontrola Esed de li Bakurrojhilatî Sûriyê û gundewarên Reqa û Heleb û û Dêrazorê ta bi sînorê Sûriya û Îraqê belav dibin, û rojane tewanan dermafê xelkên wan deveran pêk tînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî