Hevbendiya Niştimanî hişyariyê ji metirsiyên rawestandina alîkariyên mirovahî ji ser gelê Sûriyê û pêşkêşkirina wan di riya rijêmê bitenê re dide, û bal kişand ser ku ev rewş dê jiyana bimilyonan sûrî tûşî metirsiyê bike.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de got ku VETOyê rûsî û sînî yê şermezarkirî, berbirsyarîya civaka navdewletî bi dawî nake, belê hîn bêtir dikê, û ji Encumena Ewlekariya Navdewetî tê xwestin ku tevbigere da nema bihêle karê Encûmanê pûç bibe, û mîkanîzmên pêwîst bo gihandina alîkarîyan ji Sûrîyan re bi hemî rêçan bibîne.
Û Hevbendiyê tekez kir ku çênabe civaka navdewletî di dorpêçkirina gelê Sûrîyî de beşdar be, û hişyarî da ji wê yekê ku derbaskirina alîkarîyan di rîya rêjîma gendel bitenê re, deriyê dizî û talankirinê vedike, û dê wan alîkarîyan bo piştgirîya hêz û milîseyên xwe bikar bîne.
Û hevbendiyê bal kişand ser ku xerabûna rewşa jîyanê dê bihêle pêlin nû yên penaberan çêbibin, ji bo dabînkirna jîyaneke baş ji malbat û zaroyên xwe re, û daxwaza tevgereke erênî ji aliyên navdewletî kir, ya ku bihêle sûrî birûmet li ser xaka welatê xwe bijîn.
Tê zanîn ku biryar hebû , doh roja pêncşembê, dema kar bi biryara 2165 ya ku dihêle alîkariyên mirovahî bi gelê Sûriyê derbas bibin bidawî were, û Rûsiya û Sînê vê dawiyê mafê redkirinê VETO dijî biryara dirêjkirina dema piroje bikar anî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî