Navenda Sûrî ya Azadiya Rojnamevaniyê ya kombenda rojnamevanên Sûrî, di raporta xwe ya rolî de evro pêncşembê got ku kampanya bombebarana rêbazkirî ya ko rêjîma Esed û Rûsya li ser Idlib û Hemayê ji berî bêtir ji çar heyvan de pêk tînin, yek ji sedemên sereke ye ko binpêkirin derheqê ragehêneran heyva bûrî çêbûne.
Navenda Sûrî di raporta xwe de pênc binpêkirinên li dijî ragahandinê li Sûriyê di heyva tebaxê de belgeh kirine, û destnîşan kir ko siyaseta astengkirina azadiyên ragehandinî li herêmên corbicor li Sûriyê berdewam e.
Binpêkirinên heyva bûrî li gora raportê bêtir li Idlibê ne bi sê bûyeran, û li Helebê yek û yek li Deraa.
Raportê destnîşan kir ko çalakvanê ragehêner Mehmûd Elhemewî bi sedema êrîşên firokên cengê yên rêjîma Esed li ser gundewarê Idlib yê başûr biriîndar bû, û du ragehêner ji hêla Desteya Tehrîr Elşam ve hatine girtin.
Berê jî tora Sûriyê ya mafên mirovan di raportên xwe de di destpêka vê mehê de, binpêkirinên derheqê ragehêneran di heyva tebaxa bûrî de belgeh kirine, ragehêner Samir Salih Elselûm ji bajarê Kefer Nibil li gundewarê Idlibê bi destê Desteya Tehrîr Elşam hate kuştin.
Di dûmahiya raporta xwe de navendê daxwaz kir ko rêz li azadiya rojnamevaniyê bête girtin û saxlemiya karmendên biwara ragihandinê dabîn bibe, û kesên binpêkirinan derheqê wan dike têkeve ber dadpirsînê, û got ku divê rêz li mada 19 ji ragehandina cîhanî ya mafên mirovan bête girtin, ya ko dibêje:“Her kesek mafê wî heye derbirîna nerîna xwe bi azadî bike, û azad be di ramanên xwe de bêyî çi têwerdan, û kare nûçeya werbigire û bêyî pabendiya bi ti sînor û cugrafya belav bike”.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî