Thursday, 03 October 2019 17:01

Rêkxistineke Mafnasiyê Tekez Dike ku Rêjîma Esed di Rêbaza Girtina Kotekî de Berdewam e

Tora Sûrî ya mafên mirovan duhî çarşembê di raporteke xwe de li ser rewşên girtina nerewa û veşartina kotekî, aşkere dike ko wê ne kêmî 441 rewşên girtinê di eylûla bûrî de ji nav wan 276 rewş bûne veşartina kotekî belgeh kirine.

Torê diyar kir ko hêzên rêjîma Esed 197 kes ji nav wan 4 zarok û jinek girtine, raportê 183 ji nav wan 17 zarok û 9 jin bi destê milîtanên PYD, û 29 ji nav wan sê zarok bi destê Desteya tehrîr Elşam, û 32 rewşên girtina nerewa ji nav wan 2 zarok û 2 jin bi destê aliyin leşkerî yên din, belgeh kirine, û raportê ji destpêka sala 2019ê de 4059 rewşên girtinê belgeh kirine, her weha torê aşkere kir ku 26 zarok û 12 jin ji nav rewşên girtina nerewa ên di meha bûrî de çêbûne hene.

Raportê bêtir got ko ne kêmtir ji 173 rêbendên kontrolê û yên têwerdanê çêbûne, têde azadiya xelkê têk birine, ko di heyva eylûlê de li parêzgehên Sûriyê û piraniya wan li Helebê bi destê hêzên rêjîmê ne, û di rêza duyem de PYD tê, gelek binpêkirin bi êşkenceyê û veşartina kotekî kirine.

Raporta rêkxistinê daxwaz ji Encûmena ewlehiya navdewletî kir, jibo şopandina biryarên ku wê derxistine bikie, wek ya 2042 ya nîsana 2012, û ya 2043 di 21 nîsana 2012, û ya 2139 ya 22 sibata 2014 derketiye, ji bo danîna sînorekî ji veşartina kotekî re.

Raporta rêkxistinê ji encûmena mafên mirovan daxwaz kir ko kêşeya girtiyan yên bi kotekî hatine veşartin bişopîne, û di hemû civînên xwe yên roleyî yên salane çêdibin diyar bike, û hevkarî û hevrêzkariyê digel rêkxistinên mafên mirovan ên xwecihî yên kartêker li Sûriyê bike, û daxwaz ji berpirsê dosya girtiyan yê ofêsa şandyarê navnetewî kir, ko kêşeya girtiyan di civînên Cinêvê yên dahatî de pêşdîtin bike.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî Rêkxistineke Mafnasiyê Tekez Dike ku Rêjîma Esed di Rêbaza Girtina Kotekî de Berdewam e