Tuesday, 08 October 2019 16:51

Rijêma Esed Dest bi Binpêkirina Bingehên Rêkarên Komîta Destûrê Dike

 

Rijêma Esed îroj sêşembê sibehê, li ser rêbuhêrka sînorî ya “Alcedîda” ya li ser sînorê Sûriya û Libnanê, endamê komîta destûrê Mihemed Alî Sayix desteser kir, dema ku berê xwe dida Riyadê paytexta Erebistana Siûdî da beşdariyê di civîna komîta dersûrî de bike.

Û Dersteya Hevrêzkariya Niştimanî ya Hêzên Guhertina Demoqratîk, di daxwiyaniyeke xwe de, “Karên serkutkitinê”, wek wê binav kiriye, şermezar kirin, û daxwaza serbestberdana yekser a nûnerê xwe yê Komîta Destûrê kir.

Û Desteyê rijêma Esed berpirsyar dît di ber “çi ziyana ku bigihêje wî” , û diyar kir ku “Sayix” ji aliyê şaxê derve (279) yê Ewlekariya Dewletê ve hatiye girtin.

Û desteyê di beyana xwe de dît ku tişta bi endamê Desteya Destûrê yê nûnerê opozisyona Sûrî re çêbûye, binpêkirineke eşkere ye ji mada şeşemîn ya bingehên rêkarên ji bo avakirina baweriyê û dabînkirina ewlehî û saxlemiya endamên Komîta Destûrê.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

 

 

Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî Rijêma Esed Dest bi Binpêkirina Bingehên Rêkarên Komîta Destûrê Dike