Ofêsa şêwirdariyên Istiratîcî bi hevkariya ofêsa lêkolîn û belgan ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê civîneke kar li bajarê Kîlis yê Tirkî lidar xist, dora 30 çalakvan û ragehêner û nûnerên rêkxistinên civaka sivîl lê amade bûn , bijarteyên şoreşa Sûrî yên meydanî û siyasî gotûbêj kirin.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Ehmed Remedan li ser tevgerên navdewletî û bizavên Netewên Yekgirtî derbarê kartêkerina pirosesa siyasî axivî, û ka wê bigehê çareseriyeke siyasî li gora 2254ê an dê li sînorê lihevkirineke siyasî ko berjewendiyên dewletên kartêker di kêşeya Sûriyê de raweste.
Remedan qeyrana hindirîn ya ko rêjîm dibîne pêşdîtin kir, û diltengiya li hember herêmên dagîrkirî û kirdeyên milîtanên Îranî derheqê Sûriyan de û hewildanên Rûsya yên vekêşana xwe ji tengasiya wê li Sûriyê piştî çar salan ji têwerdana leşkerî ya ko di çareseriya leşkerî an viyana dagîrkerî ya siyasî li ser miletê Sûrî feriz bike biser neket.
Riyad Elhesen razgirê desteya siyasî ya Hevbendiya niştimanî bi berfirehî pêvajoya pirosesa siyasî ji daxuyaniya Cinêvê 2012 heta ragehandina emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî û destpêkirina komîta destûrî ragehand, û hewildanên rêjîmê û piştgirên wê bo astengkirina pirosesa danûstandinê û têkbirina çi hewildanên çareseriya siyasî ya 2014ê kir, û herheşt gerên Cinêvê yên ko 3 şandyarên Netewên Yekgirî di ajotina rewşê berbi danûstandinan de biser neketin.
Elhesen li ser damezirandina desteya danûstandinan ji tîmên kar yên taybetmend ko bi sînaryoyên texmînkirî ji pirosesa siyasî re şirove kir, û çawaniya amancên şoreşê dabîn bibin û gerek destûra nû derbirîna amanc û daxwazên hemû pêkhatiyên Sûrî bike.
Dr. Mihemed Wecîh Cuma Endamê Hevbendiya niştimanî û serokê Encûmena Tirkumanî Sûrî li ser giringiya avakirina nimûneyeke serkeftî li herêmên rizgarkirî û hevkarî di navbera hemû dezgehên şoreşê yên niştimanî û pêdiviya milyonên Sûriyan li herêmên rizgarkirî ji bo bêtir kar bikin tako xizmetan dabîn bikin û dîsa avakirina jêrxanê û ewlehiyê û derfetên kar ji xortên Sûrî re dabîn bikin û piştgiriya civaka sivîl bikin.
Di hevdîtinê de Behcet Etasî endamê desteya siyasî û Mihemed Welî endamê desteya giştî û nivîsgeha şêwirdariyên istiratîcî û eqîd Mihemed Elşemalî nûnerê Hevbendiya Niştimanî yê bajarê Entabê beşdar bûn. beşdarbûyan di û pênc demjimêran de li ser pêvajoya şoreşa Sûrî axivîn û pêdiviya bihêzkirina gotara niştimanî û karê hevbeşî yê ko dihêle zordarî ji Sûriyê rabe û bedîla niştimanî dîmuqratî misoger bike gengeşe kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî