Wezîrê Darayî û Aboriyê di Hikûmata Sûrî ya Demkî de, Dr. Abdilhakim Al-Masrî, gereke meydanî li ser şaxê Helebê yê Dezgeha Giştî ya Dexl û Dan û Kampaniya Giştî ya Aşan pêkanî û karê wan şopand.
Ev Serdan bi armanca şopandina reşwşa kar û çawaniya wergirtina gênim ji cotkaran li navendên radestkirina dexl û dan, û rêçên taqîkirina nimûneyan, û awayê dana nirxê wî yê madî bo cotkaran li navendên wergirtina genim di demek nebêtir ji sê rojan de.
Û cîgirê Wezîrê Rêvebiriya Xwecihî yê Karên çandiniyê û rêvebirê çandiniyê yê Helebê di gel Wezîrê Darayî û Aboriyê di vê serdana li ser saziyên Hikûmetê beşdar bûn.
Û wezîrê darayî û aboriyê, cext li ser pêwîstiya zêdekirina piştevaniya nanê firnan li saziyên giştî yên girêdayî hikûmeta Sûrî ya demkî li deverên rizgarkirî kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî