Û Kordînatorê Tîma Şopandina Yasaya Qeyser ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên şoreş û rikberiya Sûrî, Abdul Majîd Berekat, tekez kir ku helweşîna aborî ya rejîma Elesed ne ji ber yasaya Qeyser ya ku berî çend rojan hatî bicîhkirin e, lê çend sedemên dî yên vê hilweşînê hene, û a herî berbiçav jî şerê berfireh yê ku rêjîmê birî ser Sûriyê û gelê wê, û sûrbûna rijêmê li ser bijardeya leşkerî û ewlehî wek rêçeke tenha li dijî daxwazên xelkê Sûriyê.
Û Berekat got ku rabûna rêjîmê bi radestkirina samanên welêt bo Rûsiya û Îranê û ruxandina jêrxaneya Sûriyê bi dirêjiya salên borî, û koçberkirina bêtir ji nîvê Sûriyan, û zêdebûna gendelî û talanê li tevaya deverên di bin kontirola rêjîmê de, tevaya van sedeman rola wan a sereke di hilweşîna aborî û rûxîna nirxê lîrê de hebû.
Û Berekat got ku rêjîm dixwaze tevaya encamên tewanên xwe, û bandora bobelatî ya desthilata xwe li ser aboriya Sûriyê, bixe stûyê yasaya Qeyser de.
Û Berekat bal kişand ser ku cezayên li gorî yasaya Qeyser ferz bûne, vekolînkirî ne û bandora wan bi taybetî li ser rêjîmê ye.
Û derbarê ku ger ev ceza vebir in û bê vegerin an na, Berekat diyar kir ku heye ev ceza werin rawestandin ger rêjîm kuştina sivîlan rawestîne, girtiyan serbest berde, û li gorî pirosesa veguhestina siyasî tevbigere.
Û Barakat tekez kir ku yasaya Qeyser dê kar bike da rejîmê ji piştevaniyeke mezin a sponsorên wê bêpar bike, ev jî tê wateya jidestdana wê ji çavkaniyên xwe yên di şerê li dijî gelê Sûriyê de bikar tîne, û bal kişand ku armanca herî girîng ya Qanûnê ew e, karkirina ji bo parastina sivîlan di riya qelskirina bijardeya leşkerî ya ku rêjîm pê kar dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî