17 May 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Cîgirê serokê Hevbendiya Niştîmanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Bedir Camûs, daxwaza helwesteke zelal ji Konseya Ewlekariyê kir li hemberî kampanya leşkerî ya metirsîdar li ser Idlibê û deşta Hemayê, û tekez kir ku ev topbaran dê bibe sedema peydabûna bandoreke nerênî li ser pêvajoya siyasî û rewşa mirovî.

Camûs, îro di daxuyaniyeke taybet de bal kişand ku dubare konseya Ewlekarîyê têkşikest di mijara parastina welatiyên sivîl de, û ev yek tê bi wateya ku jiyana zêdetir ji çar milyon kes di metirsiyê de ye, û diyar kir ku divê konseya Ewlekarîyê bilez rabe bi karê dabînkirina parastinê û pêşkêşkirina alîkarîya mirovahî û bijîşkî ji bo welatiyên Hema û Idlibê.

Wî diyar kir, ku berdewamiya bombebaranê dibe gefa peydabûna pêleke mezin a kocberiyê li derveyî Sûriyê, û bal kişand ku îro pêdivî bi bizaveke cidî heye ji aliyê endamên Konseya Ewlekariyê ji bo rawestandina operasyonên leşkerî yên berdewam li dijî sivîlan.

konseya Ewlekariya NY berî ku dê îro komcivîneke awarte lidar bixe ji bo gotûbêjkirina pêşketinên dawî yên li Idlib, û civîna îro dibe dûvçûnek ji civînên berê re yên ji beriya heftiyekê hatibûn lidarxistin, û di wan de çend welatan tirsa xwe derbarê peydabûna kirîzeke mirovî xuya kiribûn.

Li gorî hin torên medyayî yên navnetewî, civîn dê rewşa mirovî ya zehmet li deverê gotûbêj bike, tevî derfetên peydakirina agirbestê û destpêkirina pêvajoya siyasî.

Ji aliyê xwe ve, berdevkê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî, Stefan Dujarric diyar kir ku NY bi giranî pêşhatên dawiyê û êrîşên roj û hefteyên borî dişopîne.

Berdevkê NY bal kişand ku herî kêm 100 kesên sivîl hatine kuştin yan jî birîndar bûne di bûyerên hefteya borî de, herwiha ku zêdetir ji 180 hezar kesî her ji dawiya meha nîsanê ve koçber bûne.

Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: Friday, 17 May 2019