Hevbendiya Niştimanî Sûrî 5 Berpirsiyar ji nav wan Wezîrê Tendiristiyê Ednan Hezûrî û Seroka Yekîniya HevrêziyaPiştevaniyê Suhêr Eletasî ji kar hatin avêtin, piştî ko Komîta vekolînê di bûyera Derzîdankên Zarokan bi serokatiya Nesir Elherîrî Emîndarê giştî yê Hevbendiyê encamên vekolînê ji Serok û Endamên Desteya Siyasî re pêşkêş kirin.
Ev piştî ko Elherîrî û komîta vekolînê serdana Cercinaz li Idlibê ya ko bûyer lê çê bû û komîtê hevdîtin bi aliyên bi mijarê ve girêdayî ne re kirin da ketwarê ji nêzîk ve binasin.
Û piştî lênerînê û hildana raportên vekolînê ev biryar hatin dan li gora biryara Desteya Siyasî hejmar 7 di 25,26,27ê Eylûla sala 2014an herweha Hevbendiyê di agahnameyekê de doh ragihand ko Birêvebirê Desteya Niştimanî Sûrî yê Derzîdankan Dr. (Mihemed Elseed) ji kar hat berdan û Birêvebirê Beşê Bijîşkî di Yekîniya Hevrêz û Piştevaniyê de Dr. (Xalid Elmîlacî) û Birêvebirê Cîbicîkirinê di Yekîneya Hevrêziya Piştevaniyê de (Samir Derwîş) herweha Hevbendiyê berpirsiyarî kir hustê Birêvebiriya Tendiristiya Idlibê û Kesên Çavdêr li ser Derzîdankan û karmendên wan. û biryar hat dan ku wan berbi dadgehê ve bişînin.
Herweha di agahnameyê de gazin ji Serokê Desthilata Birêveçûna kar Dr. (Ehmed Tu´ma) û emîndariya wî ya giştî bûn, ji ber kêmasiya ko di şopandina karê Wezareta Tendiristiyê de kirin. Herweha Gazind ji Wezîrê dadiyê di desthilata birêveçûna kar de Dr. (Fayiz Eldahir) bûn, çimkî komîtek ji bo dadgeheke taybet li hindirê Sûriyê ji bo vekolînê di bûyera Derzîdanka Sorikan de çê nekir.
Hevbendî dîsa sersaxiya malbatên zarokan dike û sozê dide bi sizakirina Berpirsiyaran, tev ko Hevbendî tê digihê qebareya zehmetkêşiya ko karmendên di biwara bijîşkiyê de dibînin û ya herî zehmet pirkêmbûna di kadiran de û kêmbûna dermanan jiber dorpêçkirina Esed ji Herêmên ji derveyî desthilata wî, lê sersarî di kar de tu caran ji kê be û di çi astê de be napejirîne.
Hêjayî gotinê ye, komîta vekolînê bi serokatiya Nesir Elherîrî Emîndarê giştî piraniya wan kesên serbixwe ne, komît ji Cewad Ebû Heteb serokê komîta bijîşkiyê û Hişam Eldêrî Birêvebirê programê Derzîdankan berê li Wezareta tendiristiyê li desthilata rêjîma Esed de bû, û Parêzer Ebdulcelîl Elherîrî Neqîbê Parêzerên Sûriyê û Muhened Ebdulqadir Razgirê komîta bijîşkî di Hevbendiyê de û Dektorê dermanan Ehmed Eltirkawî pêk tê.
Ji komîtê hat xwestin ku raporta xwe ya dawî ji Desteya Serokatiyê û ya Siyasî re ya Hevbendiyê re di roja 25.09.2014an pêşkêş bike. Herweha rûniştinek pirsînê taybet ji serokê Desthilata birêveçûna kar û Wezîrê tendiristiyê ya ko Desteya Serokatiyê û ya Siyasî roja 25.09 da encamên vekolînê şirove kirin.
Jêder: Hevbendî