09 May 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê,Abdulrehman Mustefa, daxwaza destpêkirina destpêşxeriyeke navdewletî kir, ji bo rawestandina tewankariyên cengê yên ku rijêm û hevalbendên xwe li gundewarên Idlib û Hemayê pêk tînin, yên ku bûne sedema çêbûna bi sedên qurabaniyan, her weha wêrankirina dibistanan û nevendên jiyanê.

Û Mustefa di Tiweeteke xwe de got ku “divê dewletên kartêker li ser destpêşxeriyekê kar bikin ji bo rawestandina baobelata li Idlibê pêk tê”, dijî sivîlên bêçek li li gundewarê Idlibê.

Û mustefa tekez kir ku niha pir giring e “ endamên kirîzê ji ber hev bên xistin, û behaneyên aliyên zordar nehêlin, di riya garantiyên bicîkirina biryara 2254, û em di wê baweriyê de ne ku wê cibicîkirina wê di bercewendiya tevaya Sûriyan de ye”.

Û Mustefa tekezî kir ku “ çi coreyê nakokiyên têkildarî rêxistinên terorîst li herêmê, divê di riya hevkirinên navdewletî re be, û hişyarî da ji çareseriya derveyî biryarên navdewletî, ku wê “bandora tewanên ku Rûsiya û rijêm û milîsên Îranê dijî sivîlan li Idlib û Helebê dikin li tevaya cîhanê hebe”.

Û Mustefa tekezî li ser giringiya ku civaka navdewltî rahêje barê xwe derbarê armanckirina taxên ava û nexwşxaneyan û binpêkirina rêkeftinên navdewletî ji aliyê Rûsya û îranê û rijêa Esed kir”.

Her weha serokê Hevbendiyê xweragiriya afsaneyî ya gelê Sûriyê yê tûşî helmeteke leşkerî ya giran ji hêla rijêmê û Rûsiya û milîsên Îranê dibe bilind nirxand , û nîşan da ku ticarî dosya bi şêweyên leşkerî nayên çarekirin.

Û wê Encumana Ewlekariyê daniştineke awarte ya girtî roja înê 10 gulanê lidar bixe, ji bo gengeşekirina rewşa Îdlibê, li ser daxwaza Bajîka û Almanya û Kiwêtê.

Ev kar tev dibin piştî xirabûna rewşa mirovî li gor ku Saziya Tenduristiya Cîhanî û Netewên Yekbûyî digêje , ji ber armanckirina rijêmê û Rûsiya ji navendên tenduristî û sivîl re, û derbiderbûna zêdetir ji 300 hezar kesî ber bi deverên hêmintir de li nêzî sînorê Turkiyê.

Jêder : Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: Thursday, 09 May 2019