14 August 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Birêz Abdul Rehman Mistefa, Serokê Komîteya Haciyên sûrî ya bilind û berbijarê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Sûrî ya demkî, bi helkefta cejna Qurbanê ya pîroz, di çarçoveya kombûna şandeyên dewletên Erebî û Islamî li Qesra "Mina" li Mekeyê bi Şahê Erebistana Siûdî, Şah Selman bin Abdulaziz Al Saud re civiya.

Mistefa spasiya Şahê Erebistana Siûdî kir li ser bizav û xizmetên ji heciyan re pêşkêş kirin, û xebata Wezareta Hec û Umrê ya Siûdî û plansaziya baş û birêvebirina rêkupêk ya Haca îsal bilind nirxand, û tekez kir ku hemû xizmet hatin amadekirin û pêşkêşkirin, digel hebûna navendên Ewlehî û navendên tenduristiyê yên pêwîst.

Mistefa got ku "em, wekî komîta hecî û xelkê Sûriyê, minetdar in ji bo hemû xizmetên îsal ji hêla Erebistana Siûdî hatine pêşkêşkirin, û got : Em spasiya Padîşahê Erebîstana Siûdî û şûngirê wî yê pêşerojê dikin, li ser helwesta wan ya hêja û berdewam ji bo piştgiriya gelê Sûriyê û şoreşa wê ya pîroz a ji bo bidestxistina armancên xwe û dabînkirina azadî û dadmendiyê ji gelê Sûriyê re".

Hêjayê gotinê ye ku Erebistana Siûdî, doseya Heciyên Sûrî ji heft salan ve daye Hevbendiya Niştimanî bi rêya Komîteya hecîyên Sûrî ya bilind, û para îsal ya hecîyên Sûrî gihişt 22500 heciyan û tevlî 200 heciyên din di çarçoveya bexşîna şahane de ya ji hêla padîşah Selman bin Abdul Aziz ji bo Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî hat pêşkêşkirin.

Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: Wednesday, 14 August 2019